Ger van demên dawîn hûn li malpera me geriyabin jixwe we jî niha tê derxistiye. Ev demek e ku piraniya wergerên me ji aliyê Mahabad (occo74@hotmail.com) hatin kirin. Di nava mehekê de hevalê Occo 3 fîlm û nêzikî 10 heb bername wergerandin kurdî. Ev yek ne tiştekî hêsan e. Xuya ye hevalê Occo kesekî pir jîr e. Ez dixwazim li vir jî li pêşberî herkesî jê re spas bikim: spas bi taybetî Occo û hemû wergêrên me, ji bo xebatên we yên bêgerew…
Rastî çend karîkatûran hatim, min xwest çend heban wergerînim kurdî, fermo:
Silav, bikarhênerên me yên hêja.
Em di mijarekî de alîkariya we hemûyan dixwazin.
Weke hûn dizanin bi alîkariya gelek hevalan heta niha cur bi cur program li kurdî hatin wergerandin ku di nav van de ya herî girîng Firefox e.
Firefox bi temamî kurdî ye û li benda bikaranîna we ye. Ev êdî tiştekî diyarde ye ku firefox “ji her alî ve” ji înternet explorerê pêşketîtir e.
Firefox him herî baş e him jî kurdî ye, nexwe gelê me çima bi kar nayne? Em dizanin ku bi kar nayne ji ber ku firefoxa rusî, li tirkiyeyê ji firefoxa kurdî zêdetir tê bikaranîn. Îstatîstîk wisa dibêjin.
Tam jî di vê nuqteyê de ji me re alîkariya we hemûyan lazim e. Ji kerema xwe re li derdora we kî hebe firefoxa kurdî pêşniyarî wan bikin da ku keda me hemûyan beredayî neçe.
Hûn dikarin di facebooka xwe de, û malperên xwe de jî reklama firefoxa kurdî bikin. Em bawer dikin ku ger em dil bidin, em dikarin bikaranîna bernameyên kurdî gelekî zêdetir bikin.
Ji niha ve ji bo alîkariya we spas.
Ji bîr nekin, firefox bi temamî belaş e, û wê hertim belaş be. Ji bo daxistinê bitikîne.
Malpera fermî ya firefoxê: http://ku.www.mozilla.com/ku/
Li foruma me hû dikarin derbarê firefoxê de zêdetir agahiyan jî bibînin. Weke mînak li vir me qala çend pêvekên firefoxê kiribûn: http://pckurd.net/forum/index.php?topic=592.0
Ji bo firefoxê bi hezaran pêvekên wisa hene û ew jî hemû belaş in. Dema we tama bikaranîna firefoxê stand, bi sond hûn ê nema bixwazin internet explorerê fîlan bi kar bînin
(weke din jî gelek bernameyên kurdî hene, weke mînak: http://www.wergerine.com/blog/?page_id=109 an jî http://www.wergerine.com/blog/?page_id=748)
Cejna we ya remezanê pîroz û bimbarek be. Weke her caran dîsa hêvî û dua dikim ku gelê me bikare di pêşerojê de li welatê xwe yê azad cejna xwe pîroz bike. Cejna remezanê hertim gel min xwedî cihekî taybet e. Bi ya min ev cejn ji cejna qurbanê qîmettir e, ji ber ku mirov bi girtina rojiyan vê cejnê heq dike
Welleh min îsal jî 30 rojiyên xwe bêkêmasî girtin û bawer dikim ku heq dikim vê cejnê pîroz bikim. Lê mixabin nikarim herim cem malbata xwe. Îşalleh ez ê ji bo cejna qurbanê biakrim herim, loma xuya ye wê îsal cejna qurbanê ji bo min qîmettir be
Erê hevalno, bi vê nivîsê di bloga me de êdî tam 100 nivîs hene. Weke hûn jî dibînin me di blogê de heta niha li ser mijarên cure bi cure nivîsand û zanîna xwe parve kir. Carna li ser ubuntu/linuxê, carna ser mûzîkê carna ser siyasetê carna ser jiyanê… Nivîsandina li vê derê ji bo min herdem bû cihê kêfxweşiyê. Tiştekî xweş e ku mirov bikare bi riyekî wisa bigihe bi milyonan kesan. Helbet bi milyonan mirov nakevin bloga me lê me karîbe bigihin 3-4 kesan jî ev ji bo me bes e. Ji bo nivîsên li blogê heta îro bi qasê 81 heb jî şîrove hatin nivîsandin.
Beriya çend rojan xwendevanekî me ji min re peyam şandibû, digot hema wisa di google’ê de “kurtçe blog” nivîsandiye û lê geriyaye. Bi vî awayî rastî bloga me hatiye û jê hez kiriye. Heta înternetê de li çend malperan de jî behsa malpera me kiriye û pêşniyar kiriye. Mixabin di înternetê de blogên kurdî yên weke ya me pir hindik in. Lê belê nivîsandina blogan tiştekî gelekî kêrhatî ye. Mirovên ku nikarin li derên fermî yên weke kovar, rojname fîlan, binivîsin, bi alîkariya blogan dikarin xwe bigihînin gelek kesan. Jixwe ji bo nivîsandina kurdî gelek sazî tune ji bo mirovên ‘ji rêzê’, qene em dikarin bi vê awayî bikin ku gelê me xwe hînî nivîsadina bi zimanê xwe bibe.
Ji bo afirandina blogekê, ne pêwist e hûn ji malpersaziyê an jî komputerê gelekî fêhm bikin. Ger we kerîbe bikevin vê malperê nexwe hûn dikarin ji xwe re blogek jî çêbikin. Ji bo çêkirina blogan du servîsên mezin hene. Yek ji van wordpress e ya din jî blogspot e. Hûn dikarin bibin endamê yek ji van malperan û ji xwe re blogekî belaş vekin. Wê navnîşana bloga we mesela wisa be: dengedilemin.wordpress.com
Weke din, ger we bivê, hûn dikarin di bloga me de jî binivîsin. Ji bo vê yekê hema nivîsa xwe amade bikin û bişînin navnîşana min (simurg56@gmail.com) Mesela heta niha hevalên shepherd, azadixwaz û sinan bi vî awayî di bloga me de çend nivîsan nivîsadin.
100 nivîs ji bo blogekê helbet ne hêjmarek zêde ye lê ez bawer im naveroka me ne vala bû dîsa ez wisa hêvî dikim ku malpera me û bloga me hê salên dirêêêêj hebûna xwe bidomîne û naveroka bêtir bêtir dewlemend bibe.
Min ji bo straneke din a Siya Şevê vîdyoyek amade kir ku gotinên stranê dihewîne. Min vê vîdyoyê jî dîsa li ser komputera xwe ya kurdî (ubuntu), bi bernameya ‘kdenlive’ amade kir. Ev bername her ku diçe pêşde diçe. Aniha jî ji gelek bernameyên biperetî baştir e û belaş e. Hêvî dikim hûn ji vîdyoyê hez bikin.
Her ku guhertoya (versiyon) nû ya uTorrentê derdikeve, rêzikên nû li wergera wê zêde dibûn loma rêjeya wergera kurdî ketibû xetereyê û loma wergera kurdî ji fermîtiyê derketbû. Min wergera uTorrentê rojane kir û rêjeya wergerê ji %85 bihurand. Kurdî dîsa weke fermî tê destekkirin û di malpera fermî ya bernameyê de tê weşandin.
Weke hûn dizanin ev bername (uTorrent) bernameya daxistina torrentan e. Mirov bi alîkariya torrentê dikare ji înternetê ger tiştî bi hêsanî daxe. Gelek bernameyên ji bo vî karî hene lê uTorrent ya herî popûler e him jî bi kurdî ye. Derbarê torrentê de hûn dikarin vê nivîsa me jî bixwînin: http://www.wergerine.com/blog/?p=1057
Ji bo ku hûn uTorrentê bi kurdî bi kar bînin, ji malpera wê ya fermî (www.utorrent.com) bernameyê belaş daxin û saz bikin, wê ji we hjilbijartina zimên bixwaze, kurdî hilbijêrin û bidomînin. Bername wê wergera kurdî zûzûka ji înternetê daxe û wê bername bi kurdî vebe. [Ev bername ya rastî ji bo windowsê ye lê bikarhênerên ubuntuyê jî dikarin bi alîkariya wine'ê vê bernameyê bi kar bînin]
Êdî ev demek e dirêj e ku em tenê bi şev tên mal. Ji ber ku ez û hevalên min ên malê em heta derengê şevê ji bo azmûna pisporiyê dixebitin. Ji ber vê yekê encax dikarin bi şev hinekî bikevin înternetê û guhdarî çend stranan bikin. Ji aliyê din ve jî havîn hatiye, mirov neçar e ku derî û pencereyan heta dawiyê vekirî bihêle.
Vêca dema em bi şev tên mal û hevalên min çend stranan bi dengê bilind vedikin, ez wan hişyar dikim û bi bîr dixim ku saet dereng e û pencere vekirî ne. Wisa dikim ku cîran mîran aciz nebin. Vêca kengê ez bixwazim ji wan re hişyariya xwe bikim bêjeya “dengê şevê bilind e ” tê bîra min. Lê ji ber ku ew tirk in û ez bi wan re bi tirkî diaxivim, her cara ku ez bixwazim vê gotinê bibêjim zûzûka tê bîra min ku ev gotin bi kurdî ye û e difikirim ka ez çawa dikarim heman tiştê bi tirkî bibêjim. Lê mixabin hercarê ez nizanim ka ez ê bi tirkî çawa bibêjim û hema tenê dibêjin “hiş bin!”
Ez nabêjim kurdî ji tirkî baştir e, lê di her zimanî de carina hinek gotin derdikevin ku mirov nikare wergerîne zimanekî din.
Min beriya çend rojan behsa albûma nû ya Siya Şevê kiribû û rexneyên baş lê kiribûn. Îro min strana wan a bi navê “Derew E” kir vîdyo û gotinên stranê lê zêde kirin. Di înternetê de li tu derî gotinên stranên wan peyda nabe. Loma min bixwe nivîsand, lê min ciheke stranê fêhm nekir; di deqe 1:23′ê de nizanim dibêje ‘panabe’ an tiştekî din. Ez bawer im di wateya ‘pak nabe (paqij nabe)’ de, dibêje ‘panabe’.
Ev bû du stranên wan ku diweşînim lê tenê ji bo nasandinê wisa dikim. Ger hûn jê hez bikin ji kerema xwe albûma wan bikirin. Min xwest bikirim lê li MKMya stenbolê û Pirtûkxaneya Medya ya li stenbolê peyda nedibû. Ez ê di demeke kurt de bikirim.
Li tirkiyeyê youtube qedexe ye loma min him li youtubê him jî li dailymotionê û vimeo‘yê bar kir. Vaye vîdyo, fermo:
http://www.dailymotion.com/videoxdtl2dBikarhênerê me @serhado berî demekê ji bo malpera me di facebookê de komek vekiribû. Îro hejmara endamên komê bûye 350 kes. Ez bawer im bi saya komê gelek kesan malpera me nas kirine. Navê komê wergerine.com e. Hûn jî dikarin bibin endamê komê û nêrînên xwe parve bikin. Em ji bo keda @serhado spas dikin.
Di van rojên havîna germ de şensê min heye ku pozîsyona odeya min baş e û loma bayek hûnik rê dibîne ku têkeve hundir. Lê, mixabin dema şev radikevim ji tirsa dizan nikarim pencereyên xwe vekirî bihêlim. Hemû pencereyan digirim û di nav wê germiyê de radizêm.
Û ya xerab ew e ku ev ne tirsekî vala ye, beriya 2 salan di saeteke ku em her çar heval her yek li odeya xwe radiziyan, diz ketibû mala me û yek bi yek li hemû odeyan geriyabû û telefonên me yên berikan dizîbû(n). Şaşwaz nebin, bi rastî jî tu kes ji me şiyar nebûbû û tu kes ji me nekarî diz bigire. Ji ber ku wê şevê ji ber azmûnan em dereng (saet 4-5ê şevê) razabûn.
Vêca niha ji ber vê tirsê nikarim paceya xwe vekirî bihêlim û mina di wêneyê de ba perdeyên min li ba nake…
Piştî êrîşa pkk’yê ya dawîn Serokwezîr û Serfermandarê Tirkiyê Erdogan û Basbug çûn qada bûyerê. Lê tişta di vê fotografê de bal dikişîne ew e ku him serokwezîr him jî serfermandar ser çokên xwe rûniştine. Ango xwe li pişt mewziyan veşartine. Ev jî weke nîşaneyeke bêhêzî û neçariyê hat fêmkirin û ji aliyê hinek nivîskarên tirk ve hat rexnekirin. Nexwe divê em ji vê bûyerê wisa fêm bikin ku artêşa tirk, serokên wan ên herî payebilind jî li wir bin nikarin jixwe ewle bin û biserbilindî li derdorê bigerin, ne wisa? Min wêneyê berê jî dîtibû lê vê detayê bala min nekişandibû, dema niha dîsa lê mêze dikim heq didim wan nivîskarên tirk.
Albûma nû ya Koma Siya Şevê berî demekê derketibû. Min digot qey min li ser wan nivîsandiye, lê min îro dît ku na min nenivîsandiye. Ji bo albûmeke wisa serkeftî çend gotinan nekim, çênabe. “Pûç” duyamîn albûma Siya Şevê ye. Albûma wan ya yekemîn “Zeng” bû. Albûma zeng nemaze bi çend stranên xwe bala min kişandibû: stranên Şikestî û Zeryê
Tarza Siya Şevê di mûzîka kurdî de pir hindik e. Heta ez dikarim bibêjim ku tune. Stranên komê piranî bi hestekî melankolîk e. Bi taybetî albûma duyemîn êdî di serê min de ji bo Siya Şevê cihekî veqetand. Êdî ji bo nirxandina hinek stran û stranbêjan wê Siya Şevê ji min re bibe referans.
Berevajî Zengê, stranên di albûma Pûç de, yekgirtî ne. Deng û awazên wan bêtir nêzikî hev in. Dema ez lê guhdar dikim dizanim ku her yek parçeyeke heman albûmê ne. Di Pûç’ê de 7 stranê hene: Derew e, Hêvî, Leyla, Meşa Şevê, Şev Diçe, Yasemîn Ji nav van ji xeynî Leyla û Hêvî ez ji 5 stranên din gelekî hez dikim. Bi taybetî strana Meşa Şevê nêzikî du heftiyan bû tekane strana ku min lê guhdar dikir. Straneke enstumantal e lê ewqas nerm e ku di ber kar û baran re mirov dikare dehan caran li ser hev guhdar bike.
Him bi hinceta danasîna komê him jî bi hinceta ceribandina programa Kdenlive’ê min vîdyoyeke straneke komê amade kir ku gotinên stranê jî dihewîne. Min vê vîdyoyê bi Kdenlive’ê li Ubuntuya kurdî amade kir, fermo:
Duh me ferhenga me ya nû weşand. Niha di ferhenga me de îro 46.192 peyv hene û wê her roja nû zêdetir bike. Min îro jî da ku bikarhênerên me rastir û baştir bikarin ferhengên me bi kar bînin, min vîdyoyek amade kir. Hûn dikarin vîdyoyê ji rûpela me ya ferhengê an jî rasterast ji dailymotionê, ji youtube’ê û ji vimeo’yê temaşe bikin. Vaye vîdyoya me ya bikaranîna ferhengê:
http://www.dailymotion.com/videoxdrj9nMin jî îro dît, malperek ji bo mamosteyên kurdî vebûye. Navnîşana malperê http://kurdewar.org e. Malper hê nû ye loma naveroka wê hê ne dewlemend e lê ez bawer dikim ku wê di demeke kin de bi pêş bikeve. Armanca malperê ew eku tê de danasîna pirtûk were kirin, waneyên zimên werin weşandin, li ser her mijarî pevaxaftin were kirin û hwd. e. Malper bi duzen û rengên xwe li mirov şirîn tê. Her wiha malper bi bernameya azad smf hatiye amadekirin ku min berî demeke dirêj wê wergerandibû kurdî. Rêvebirên malperê wergera min bêtir pêşde birine û zimanê malpera xwe çêtir kirine kurdî. Ev jî nîşan dide ku malper girîngî dide ku kurdî di her qada malperê de zimanê sereke be. Mixabin gelek malper girîngî nadin vê mijarê.
Ez ji wan re serkeftinê dixwazim û hêvî dikim hûn jî ji malperê hez bikin û piştgirî bidinê.
Berî du rojan ez bi şev dereng raketibûm. Dema sibeh zû şiyar bûm û pencereya xwe vekir, min dît ku kevokekê li ber pencereya min hêka xwe berdaye û li ser wê rûniştiye. Tabî çawa ku min pencereyê vekir, wê jî xwe şûnde kişand. Min zûzûka pencereyê ji nû ve girt û mêze kir. Ew jî zûzûka vegeriya û dîsa ser hêka xwe rûnişt. Ez bixwe ne li gund mezin bûme, loma nizanim di nava çend rojan de ferxikên kevokan ji hêkê derdikevin lê ez her roj kontrol dikim. Min niha ji înternetê kontrol kir, tê gotin ku ferxik di nava 17 rojan de ji hêk derdikevin. Wê demê li bendê bin: bi derketina vê ferxikê belkî em jî sûrprîzek çêkin û belkî malpera me jî ferxika xwe (projeya xwe ya nû) biweşîne
Niha tirsa min ew e ku pisikek were û hêlîna kevoka min xera bike
Hevalê me Sînan (ferbun@hotmail.de) li malpera xwe ferhengeke Kurdî-Elmanî amade dike.
Serûpela ferhengê li vir e: http://schoolhouse.sc.funpic.de/home.htm Bi riya foruma ferhengê an jî bi şandina rasterast li e-peyama Sînan, hûn jî dikarin peyvên nû li ferhengê zêde bikin. Em hêvî dikin di demeke kurt de ferhengeke serkeftî were afirandin.
Di smf’yê de ji bo astengkirina endambûna spaman min îro pêvekeke bi navê Avatar Verification keşf kir. Bi alîkariya vê pêvekê berî ku kesekî bibe endam jê tê xwestin ku di nav çend wêneyan de ya rast hilbijêre. Mîna di wêneya li kêlekê de. Di orjînala pêvekê de wêneyên hunermendên biyanî tên bikaranîn. Min wan wêneyan bi wêneyên navdarên kurd guhertin
Ji bo vê yekê divê mirov wêneyên di peldanka /avatars/Musicians/ de biguhere. Divê mezinahiya wêneyan 65*65 pixel be. Weke din ji bo ku nivîsa di hişyariyê de kurdî be divê mirov van rêzikan li dawiya pela /Themes/default/languages/Login.kurdish_kurmanji-utf8.php zêde bikin: Zêdetir bixwîne…
Duh li tirkiyeyê fîlmeke nû ket vîzyonê. Fîlma bi navê ‘Dersimiz: Atatürk’ (Waneya me: Ataturk) weke ku ji navê wê jî tê fêmkirin, derbarê Ataturk de ye. Seneryo wusa ye; ji bo zarokên dibistanê spartekek (karê ku divê xwendekar li malê çêbikin) tê dayîn ku tê xwestin derbarê ataturk de lêkolînê bikin. Li ser vê yekê zilameke bi navê Dede (bapîr) ku dîrokzanek e, ji wan re qala jiyan û karên ataturk dike.
Berî her tiştî xuya ye kemalîst hê jî gelê tirkiyê weke zarok dibinîn û ji wan re dersdayînê rewa dibînin. Yenî ew bixwe mamoste ne, mezin in, baqil û zanyar in lê hemwelatiyê standart nezan e û divê bê hevotin. Ya duyemîn, makyaja fîlmê tam kambax e, bi sond, ger min çêkirina bawer im min ê çêtir çêkira. Ya sêyemîn, xuya ye kemalîst tê derxistine ku dawiya serdema wan nêz e ango ‘destpêka dawiyê’ hatiye. Ya çaremîn jî, lîstikvan û bi taybetî derhênerê fîlmê ewqas kêrnehatî ye ku ez vê fêm dikim ku ji bo kişandina fîlmeke wusa kemalîst êdî derhêner jî bihêsanî peyda nabin. Ê ev jî welleh hêvî dide min
Bêmejiyên gewr…

















