Arşîv ji bo ‘Teknolojî’ Kategorî
Her ku guhertoya (versiyon) nû ya uTorrentê derdikeve, rêzikên nû li wergera wê zêde dibûn loma rêjeya wergera kurdî ketibû xetereyê û loma wergera kurdî ji fermîtiyê derketbû. Min wergera uTorrentê rojane kir û rêjeya wergerê ji %85 bihurand. Kurdî dîsa weke fermî tê destekkirin û di malpera fermî ya bernameyê de tê weşandin. Weke [...]
Di smf’yê de ji bo astengkirina endambûna spaman min îro pêvekeke bi navê Avatar Verification keşf kir. Bi alîkariya vê pêvekê berî ku kesekî bibe endam jê tê xwestin ku di nav çend wêneyan de ya rast hilbijêre. Mîna di wêneya li kêlekê de. Di orjînala pêvekê de wêneyên hunermendên biyanî tên bikaranîn. Min wan [...]
Ji bo guhertoya nû ya Ubuntuyê tenê mehek ma. Di meha avrêlê de wê guhertoya 10.4 a ubuntuyê derkeve. Di vê guhertoyê de yek ji tiştên nû jî wê PiTiVi be. Di versiyona nû ya ubuntuyê de wê bernameya PiTiVi sazkirî were. Ev bername kêrî amadekirina vîdyoyan tê. Bi PiTiVi’yê hûn dikarin vîdyoyan qet bikin, [...]
Weke hûn dizanin yek ji projeyên herî mezin ên malpera me wergera fîlman e. Lê dîsa weke hûn dizanin em ji bo fîlman dublajê nakin, em tenê ji bo fîlmên biyanî binnivîsan amade dikin. Lê heye ku herkes nezane binnivîs çi ne û çawa tên bikaranîn. dizxwazim di vê nivîsê de li ser vê yekê [...]
Bi ya min nîvê înternetê daxistin e. Belkî di înternetê de peyva ku herî zêde tê bikaranîn download be, yanî daxistin be. mirov dixwazin her tiştî daxin, lê gelek caran jî nizanin ka wê çi, ji ku derê û çawa daxin. Riya ku herî zêde tê bikaranîn daxistina ji malperê ye. Weke mînak ji malpera [...]
Berî çend rojan, berpirsyareke fîrmaya ku klavyeya kurdî hildiberînin (Celadet) bi min re ket têkiliyê û xwest klavyeya kurdî di malpera wergerine.comê de jî bidim naskirin. Fîrmaya bi navê “Muizz Taşımacılık ve Dış Tic. Ltd” klavyeya kurdî dane çêkirin û vê klavyeyê bi bûhayeke ku ne ji klavyeyên din girantir e, difroşin. Lê mixabin heta [...]
Fîlmên biyanî yên ku binnivîsên wan ji aliyê wergerine.com’ê ve hatine wergerandin, çawa dikarin werin temaşekirin? Di vê vîdyoyê de ez nîşan didim ku mirov çawa dikare bi bernameyên SMPlayer û Vlc… Fîlmên biyanî yên ku binnivîsên wan ji aliyê wergerine.com’ê ve hatine wergerandin, çawa dikarin werin temaşekirin? Di vê vîdyoyê de ez nîşan didim [...]
Di ubuntuyê de mirov çawa dikare ajokera (driver) karta xwe ya grafîkê saz bike? Di vê vîdyoyê de ev yek tê nîşandan: http://www.youtube.com/watch?v=V-rrYSy1xh4
Di ubuntuyê de sazkirina kodekan û flash playerê: http://www.youtube.com/watch?v=aLZJ5OTl7Ts
Di vê vîdyoyê de veavakirina girêdana înternetê ya ubuntuyê û kurdîkirina ubuntuyê tê nîşandan.
Di ubuntuyê de klavyeya kurdî çawa tê hilbijartin? Min di vê vîdyoyê de riya bijartina klavyeya kurdî (ku gelekî hêsan e) nîşan da.
Belê vîdyoya çaremîn jî ji bo we amade ye. Di vê vîdyoyê de bi bernameya “Avidemux” em ji vîdyoyekê dengê vediqetînin. Bi vî awayî em vîdyoyê diavêjin û tenê deng dimîne, em vê pelê jî weke mp3 tomar dikin. Ger weke mînak di destê we de klibeke stranejê heb lê hûn bixwazin vê klîbê bikin [...]
Silav, di rêze-vîdyoyên me yên hînkirina bernameyên azad û ubuntuyê de vîdyoya sêyemîn jî amade ye. Di vê vîdyoyê de nîşan didim ku em çawa dikarin fîlmekê û binnivîsa wê ya kurdî bikin yek pel, ango binnivîsê bi fîlmê ve vezeliqînin. Ji vê re “Hardsub” tê gotin. Bi vî awayî binnivîsa kurdî êdî nikare ji [...]
Berî demekê min gotibû ku dersên bi vîdyo destpê kir. Niha min vîdyoya duyemîn amade kir. Di vê vîdyoyê de em hîn dibin ku mirov çawa dikare bi alîkariya bernameya bi navê “Audacity” ji dengekê xireciran paqij bike û dengeke zelaltir bi dest bixe. Ev vîdyo li ser ubuntuya kurdî, bi bernameyên audacity, recorditnow, openoffice [...]
Firefox 3.6 derket. Tê gotin ku ev guherto firefoxa herî lez a heta vê rojê ye. Tê hêvîkirin ku ev firefox %20 leztir be. Taybetiya peronas êdî sazkirî û amade ye. (Bi vê taybetiyê mirov dikare rengên nû li firefoxa xwe bide lixwekirin: http://www.getpersonas.com/en-US/) Êdî firefox jixweber kontrol dike ka firefox an jî pêvekên weke [...]
Dema min nû bihîst ya rastî min bawer nekiribû lê xuya ye rast e: belê facebookê destûr daye wergera li kurdî û wergerê destpê kiriye. Niha navrûya facebookê li kurdî hatiye wergerandin lê tabî hê neqediyaye. Facebook malpereke popûler e ji ber vê yekê hêviya mi jê heye ku zimanê kurdî a komputergeriyê li gelê [...]
Di malpersaziyê û xebatên grafîkî de gelek caran mirov dibe muhtacî nîgaran an jî wêneyên rûerdê. (pattern, textures û backround) Ji bo ku mirov bikare bi awayeke leztir wêneyan biafirîne hinek mînak ber destê mirov hebin baştir e. Jixwe herkes wêneyên rûerdê dizanin. Lê heye ku derbarê nîgaran de hinek heval ne xwedî agahdarî bin. [...]
Di amadekirina pelên nivîsê an jî pêşkêşiyan de an jî di xêzkirina wêneyan de fîlan cûrenivîs (font) ciheke girîng digirin. Em dikarin bêjin ku bi kurtahî cûrenivîs xuyaniya nivîsê ne. Weke mînak ev nivîs bi cûrenivîseke standart hatiye nivîsandin û li gelek cihan fontên nêzikî vê fontê tên bikaranîn, di rojname, malper û kovaran de [...]
Di bernameyên sererastkerên wêneyan de belkî tişta herî girîng firçe ne. Dema mirov GIMPê nû saz dike tê de çend firçe amade tên û firçeya jixweber noqte te. Yanî mirov bi noqteyan xêz dike. Lê mirov dikare bi awayeke gelekî hêsan firçeyên nû li GIMPê zêde bike. Mesela bi firêeyçn nû hûn dikarin bi tenê [...]
Min ji bo Ubuntu’yê yekemîn vîdyoya xwe ya perwerdehiyê/hînkirinê amade kir. Vîdyo dikare ji vi were temaşakirin: http://www.youtube.com/watch?v=V2m_qJxQXDw Di vê vîdyoyê de min behsa guhertina taybetiyên panelên ubuntuyê kir. Hûn dikarin vîdyoyên min ên din jî li qenala min a li youtube’ê temaşe bikin: http://www.youtube.com/simurg56 Niyeta min ew ku di pêşerojê de li ser curbecur [...]
