Arşîv ji bo ‘Ubuntu-Linux’ Kategorî
Her ku guhertoya (versiyon) nû ya uTorrentê derdikeve, rêzikên nû li wergera wê zêde dibûn loma rêjeya wergera kurdî ketibû xetereyê û loma wergera kurdî ji fermîtiyê derketbû. Min wergera uTorrentê rojane kir û rêjeya wergerê ji %85 bihurand. Kurdî dîsa weke fermî tê destekkirin û di malpera fermî ya bernameyê de tê weşandin. Weke [...]
Ji bo guhertoya nû ya Ubuntuyê tenê mehek ma. Di meha avrêlê de wê guhertoya 10.4 a ubuntuyê derkeve. Di vê guhertoyê de yek ji tiştên nû jî wê PiTiVi be. Di versiyona nû ya ubuntuyê de wê bernameya PiTiVi sazkirî were. Ev bername kêrî amadekirina vîdyoyan tê. Bi PiTiVi’yê hûn dikarin vîdyoyan qet bikin, [...]
Fîlmên biyanî yên ku binnivîsên wan ji aliyê wergerine.com’ê ve hatine wergerandin, çawa dikarin werin temaşekirin? Di vê vîdyoyê de ez nîşan didim ku mirov çawa dikare bi bernameyên SMPlayer û Vlc… Fîlmên biyanî yên ku binnivîsên wan ji aliyê wergerine.com’ê ve hatine wergerandin, çawa dikarin werin temaşekirin? Di vê vîdyoyê de ez nîşan didim [...]
Di ubuntuyê de mirov çawa dikare ajokera (driver) karta xwe ya grafîkê saz bike? Di vê vîdyoyê de ev yek tê nîşandan: http://www.youtube.com/watch?v=V-rrYSy1xh4
Di ubuntuyê de sazkirina kodekan û flash playerê: http://www.youtube.com/watch?v=aLZJ5OTl7Ts
Di vê vîdyoyê de veavakirina girêdana înternetê ya ubuntuyê û kurdîkirina ubuntuyê tê nîşandan.
Di ubuntuyê de klavyeya kurdî çawa tê hilbijartin? Min di vê vîdyoyê de riya bijartina klavyeya kurdî (ku gelekî hêsan e) nîşan da.
Belê vîdyoya çaremîn jî ji bo we amade ye. Di vê vîdyoyê de bi bernameya “Avidemux” em ji vîdyoyekê dengê vediqetînin. Bi vî awayî em vîdyoyê diavêjin û tenê deng dimîne, em vê pelê jî weke mp3 tomar dikin. Ger weke mînak di destê we de klibeke stranejê heb lê hûn bixwazin vê klîbê bikin [...]
Silav, di rêze-vîdyoyên me yên hînkirina bernameyên azad û ubuntuyê de vîdyoya sêyemîn jî amade ye. Di vê vîdyoyê de nîşan didim ku em çawa dikarin fîlmekê û binnivîsa wê ya kurdî bikin yek pel, ango binnivîsê bi fîlmê ve vezeliqînin. Ji vê re “Hardsub” tê gotin. Bi vî awayî binnivîsa kurdî êdî nikare ji [...]
Berî demekê min gotibû ku dersên bi vîdyo destpê kir. Niha min vîdyoya duyemîn amade kir. Di vê vîdyoyê de em hîn dibin ku mirov çawa dikare bi alîkariya bernameya bi navê “Audacity” ji dengekê xireciran paqij bike û dengeke zelaltir bi dest bixe. Ev vîdyo li ser ubuntuya kurdî, bi bernameyên audacity, recorditnow, openoffice [...]
Firefox 3.6 derket. Tê gotin ku ev guherto firefoxa herî lez a heta vê rojê ye. Tê hêvîkirin ku ev firefox %20 leztir be. Taybetiya peronas êdî sazkirî û amade ye. (Bi vê taybetiyê mirov dikare rengên nû li firefoxa xwe bide lixwekirin: http://www.getpersonas.com/en-US/) Êdî firefox jixweber kontrol dike ka firefox an jî pêvekên weke [...]
Di amadekirina pelên nivîsê an jî pêşkêşiyan de an jî di xêzkirina wêneyan de fîlan cûrenivîs (font) ciheke girîng digirin. Em dikarin bêjin ku bi kurtahî cûrenivîs xuyaniya nivîsê ne. Weke mînak ev nivîs bi cûrenivîseke standart hatiye nivîsandin û li gelek cihan fontên nêzikî vê fontê tên bikaranîn, di rojname, malper û kovaran de [...]
Di bernameyên sererastkerên wêneyan de belkî tişta herî girîng firçe ne. Dema mirov GIMPê nû saz dike tê de çend firçe amade tên û firçeya jixweber noqte te. Yanî mirov bi noqteyan xêz dike. Lê mirov dikare bi awayeke gelekî hêsan firçeyên nû li GIMPê zêde bike. Mesela bi firêeyçn nû hûn dikarin bi tenê [...]
Min ji bo Ubuntu’yê yekemîn vîdyoya xwe ya perwerdehiyê/hînkirinê amade kir. Vîdyo dikare ji vi were temaşakirin: http://www.youtube.com/watch?v=V2m_qJxQXDw Di vê vîdyoyê de min behsa guhertina taybetiyên panelên ubuntuyê kir. Hûn dikarin vîdyoyên min ên din jî li qenala min a li youtube’ê temaşe bikin: http://www.youtube.com/simurg56 Niyeta min ew ku di pêşerojê de li ser curbecur [...]
Wexta ku ez li Mêrsînê dimam, radyoyeke me hebû ku min jê hez dikir û bi keyfeke mezin guhdar dikir. Wan salan gelek weşanên kurdî tunebû lê wê demê jî Radyo Sesê weşana kurdî dikir. Tabî bi temamî ne bi kurdî bû, îro jî wisa ye him kurdî him jî bi tirkî weşanê dike. Derbarê [...]
Duh bi şev nexweş ketim. Îhtîmaleke mezin Şewba berezan e. Min beriya 10 rojan derziyê li xwe dabû lê xuya ye bandora wê hê destpê nekiriye. Neyse, ji ber nexweşiyê îro tim li malê bûm. Di vê roja xwe ya vala de min jî berê xwe da 3 bernameyên kêrhatî û min wan wergerandin kurdî. [...]
Weke hûn dizanin firefox gerokeke înternetê ye (web browser). Bi firefoxê hûn dikarin têkevin înternetê. Firefox ji gelek aliyan ve ji Internet Explorer’ê baştir e û kurdî ye jî. Hûn dikarin firefoxê ji malpera wê ya fermî bi kurdî daxin. (Him ji bo windowsê him jî ji bo linux û OSXê) Bi rêbaza ku ez [...]
Îro CDya min a Ubuntuyê bi kargoyê hat mala min. Weke hûn dizanin ubuntu pergaleke xebatê ye. (operating system an jî bi tirkî işletim sistemi) Weke windowsê li ser komputerê tê sazkirin. Lê taybetiya herî mezin a linuxê ew e ku him bêpere ye him jî tu caran vîrûs bandorê lê nake. Her wiha ji [...]
SMplayer lêdereke fîlm û mûzîkan e. Bi SMplayerê hûn dikarin bi hêsanî li fîlmên bi binnivîs temaşe bikin. Weke hûn dizanin min beriya demekê vê bernameyê wergerandibû kurdî. Jixwe niha li malpera wê ya fermî jî weke fermî bi kurdî tê weşandin. Hûn dikarin ji malpera wê belaş daxin û saz bikin. Malpera wê li [...]
Guhertoya dawîn a ubuntuyê bi navê xwe yê kod 9.10 Karmic Koala îro hat weşandin. Weke hûn dizanin Ubutnu / Linux pergaleke komputerê ye ku bi temamî kurdî ye. Hûn dikarin nivîsa min a derbarê taybetiyên ubuntuyê de, li vir bixwînin. Gelo ubuntuya ku bi piştgiriya Canonical tê amadekirin ji me re nûbûnên çawa tîne? [...]
