Arşîv ji bo ‘Bangewazî’ Kategorî
Her ku guhertoya (versiyon) nû ya uTorrentê derdikeve, rêzikên nû li wergera wê zêde dibûn loma rêjeya wergera kurdî ketibû xetereyê û loma wergera kurdî ji fermîtiyê derketbû. Min wergera uTorrentê rojane kir û rêjeya wergerê ji %85 bihurand. Kurdî dîsa weke fermî tê destekkirin û di malpera fermî ya bernameyê de tê weşandin. Weke [...]
Bikarhênerê me @serhado berî demekê ji bo malpera me di facebookê de komek vekiribû. Îro hejmara endamên komê bûye 350 kes. Ez bawer im bi saya komê gelek kesan malpera me nas kirine. Navê komê wergerine.com e. Hûn jî dikarin bibin endamê komê û nêrînên xwe parve bikin. Em ji bo keda @serhado spas dikin.
Duh me ferhenga me ya nû weşand. Niha di ferhenga me de îro 46.192 peyv hene û wê her roja nû zêdetir bike. Min îro jî da ku bikarhênerên me rastir û baştir bikarin ferhengên me bi kar bînin, min vîdyoyek amade kir. Hûn dikarin vîdyoyê ji rûpela me ya ferhengê an jî rasterast ji [...]
Min jî îro dît, malperek ji bo mamosteyên kurdî vebûye. Navnîşana malperê http://kurdewar.org e. Malper hê nû ye loma naveroka wê hê ne dewlemend e lê ez bawer dikim ku wê di demeke kin de bi pêş bikeve. Armanca malperê ew eku tê de danasîna pirtûk were kirin, waneyên zimên werin weşandin, li ser her [...]
Ji bo guhertoya nû ya Ubuntuyê tenê mehek ma. Di meha avrêlê de wê guhertoya 10.4 a ubuntuyê derkeve. Di vê guhertoyê de yek ji tiştên nû jî wê PiTiVi be. Di versiyona nû ya ubuntuyê de wê bernameya PiTiVi sazkirî were. Ev bername kêrî amadekirina vîdyoyan tê. Bi PiTiVi’yê hûn dikarin vîdyoyan qet bikin, [...]
Min texmîn dikir ku wê Avatar Oscarê bistîne, û ji ber vê yekê min fîlmê wergerand kurdî. Lê di merasîma xelatên Oscarê de ku îro pêk hat, fîlma bi navê “The Hurt Locker” xelata Fîlma Herî Baş stand. Ez yek ji bo min bû sûrprîzek. Her wiha derhênera heman fîlmê, Kathryn Bigelow’ê jî xelata Derhênera [...]
Firefox 3.6 derket. Tê gotin ku ev guherto firefoxa herî lez a heta vê rojê ye. Tê hêvîkirin ku ev firefox %20 leztir be. Taybetiya peronas êdî sazkirî û amade ye. (Bi vê taybetiyê mirov dikare rengên nû li firefoxa xwe bide lixwekirin: http://www.getpersonas.com/en-US/) Êdî firefox jixweber kontrol dike ka firefox an jî pêvekên weke [...]
Dema min nû bihîst ya rastî min bawer nekiribû lê xuya ye rast e: belê facebookê destûr daye wergera li kurdî û wergerê destpê kiriye. Niha navrûya facebookê li kurdî hatiye wergerandin lê tabî hê neqediyaye. Facebook malpereke popûler e ji ber vê yekê hêviya mi jê heye ku zimanê kurdî a komputergeriyê li gelê [...]
Weke hûn dizanin em li vê rûpelê ferhengeke Îngîlîzî-Kurdî amade dikin. Li gor planên me dema proje qediya wê di ferhengê de nêzikî 35.000-40.00 peyv hebin. Ger zêdetir alîkarî neyê xuya ye wê proje hinekî dereng bigihije dawiyê. Di vê pêvajoya dirêj de niha em gihan 2.000 peyvan. Bi vî awayî jî -bi qasê ez [...]
Weke hûn dizanin me beriya salekê fîlan bernameya bi navê Songbird wergerandibû kurdî. Songbirdê guhertoya nû (versiyona nû) derxist. Tabî bi guhertoya nû hinek taybetiyên nû jî lê zêde bûn. Weke mînak; -Êdî mirov dikare stranên xwe yên li ser iphone’a xwe jî bi songbirdê senkronîze bike (mîna di itunes’ê de), jiwxe ji berê de [...]
Guhertoya dawîn a ubuntuyê bi navê xwe yê kod 9.10 Karmic Koala îro hat weşandin. Weke hûn dizanin Ubutnu / Linux pergaleke komputerê ye ku bi temamî kurdî ye. Hûn dikarin nivîsa min a derbarê taybetiyên ubuntuyê de, li vir bixwînin. Gelo ubuntuya ku bi piştgiriya Canonical tê amadekirin ji me re nûbûnên çawa tîne? [...]
Tekane û yekemîn rojnameya rojane ya kurdî azadiya welat malpera xwe nûkiriye. Bi ya min malpera berê çiqas nexweş be ya niha ewqas xweş e. Niha wêne rastir xuya dikin, curenivîsa hemû nûçeyan wek hev in, bikaranîn hêsantir e û hinek leztir e jî. Di vê nûkirinê de keda kê derbasbûbe destê wan hemûyan ter [...]
