Arşîv ji bo ‘Jiyan’ Kategorî
Di van rojên havîna germ de şensê min heye ku pozîsyona odeya min baş e û loma bayek hûnik rê dibîne ku têkeve hundir. Lê, mixabin dema şev radikevim ji tirsa dizan nikarim pencereyên xwe vekirî bihêlim. Hemû pencereyan digirim û di nav wê germiyê de radizêm. Û ya xerab ew e ku ev ne [...]
Berî du rojan ez bi şev dereng raketibûm. Dema sibeh zû şiyar bûm û pencereya xwe vekir, min dît ku kevokekê li ber pencereya min hêka xwe berdaye û li ser wê rûniştiye. Tabî çawa ku min pencereyê vekir, wê jî xwe şûnde kişand. Min zûzûka pencereyê ji nû ve girt û mêze kir. Ew [...]
Dixwazim sersala we ji niha ve pîroz bikim. Îşev em ê bi hev re bikevin sala nû. Weke herkesî ez jî hêvî dikim ku sala nû bi taybetî ji bo gelê me bibe saleke aştiyane û tije azadî. Her çiqas me jî destpê kiribe ku em sersalên hevûdin pîroz bikin jî di rastiyê de em [...]
Wexta ku ez li Mêrsînê dimam, radyoyeke me hebû ku min jê hez dikir û bi keyfeke mezin guhdar dikir. Wan salan gelek weşanên kurdî tunebû lê wê demê jî Radyo Sesê weşana kurdî dikir. Tabî bi temamî ne bi kurdî bû, îro jî wisa ye him kurdî him jî bi tirkî weşanê dike. Derbarê [...]
Ev nêzîkî mehek e ku staja psîkîyatriyê distînim. Di vê stajê de weke gelek stajên din berpirsiyariya yek an jî du nexweşan aîdê me ye. Îro min nexweşeke nû stand. Rewşa nexweş dilê min êşand loma dixwazim hûn jî bizanin. Nexweş ji bo dermankirinê ji aliyê mirovên xwe ve ji Wanê hatiye anîn vir (Stenbol) [...]
Piştî ku 34 PKKyiyê ku ku hatin Tirkiyeyê û nehatin girtin. Min jî biryar da ku piştgiriyekê bidim “Açilim”ê. Her çiqas ez li metropoleke Tirkiyê hatibim dinê û min tevahiya jiyana xwe li vir derbas kiribe jî heta niha min tu caran van deran weke aîdê xwe, weke welatê xwe hîs nekiribû. Ya rastî hê [...]
Çawa ku min nûçeya serbestberdana gerîlayên ku weke Koma Aşitiyê hatine Tirkiyê bihîst, di cî de strana Şivan Perwer, “Va hatin pêşmergên me” hat bîra min. Weke hûn dizanin di stranê de Şivan qala pêşmergeyên ku ji şereke dirêj tên dike ku şer dijwar derbas bûye lê biserkeftin qediyaye. Bi vê nûçeyê rasterast hestên ku [...]
Straneke Jan Axîn heye ku pir jê hez dikim. Navê stranê: “Balada Girtîgeha Reading ê” Helbesteke xweşik e. Dema min cara ewil li vê stranê guhdar kir gotinên stranê bala min kişand. Dema ku min li nivîskarê gotinan nihêrt min dît ku stran ji helbesta Oscar Wilde hatiye afirandin. Wê demê min ji vê xebata [...]
Herkes dizane di zaran de hîle heye Herkes zarê diavêje û hêviya şensê dike Herkes dizane şer qediyaye Herkes dizane zilamên qenc wenda dikin Herkes dizene ku şer bi hîle ye Xizan xizantir, dewlemend dewlemendtir dibin Herkes dizane ku keştî binav dibe Herkes dizane ku kaptan derew got Herkes xwediyê van hestên şikestî ne Heç [...]
Gelek kes rexne dikin ji ber ku hemû olên mezin bawermendên xwe bi hebûna dojehekê ditirsînin û bi vî awayî mirovan dikin oldar. Ev yek gelek caran ji bo min jî bûbû cihê pirsiyaran. Lê gelek car jî hene ku ji hemû tiştan zêdetir pêdiviya dojehê hîs dikim. Ji vê jî wirdetir, wisa hîs dikim [...]
Wexta ku ez hê zarok bûm, dema ku dayika min tirşikê çêdikir dûvikên bacanên reş jî dikir nav tirşikê. Hinek goştê bacanê reş jî pê ve dihişt û piştî ku xwarin çêdibû me van dûvikan bi keyfeke mezin dixwar. Weke her tiştê hindik ev dûvik jî ji bo me zarokan tişteke pir bi qîmet bû.
