Arşîv ji bo ‘Sînema’ Kategorî
Duh li tirkiyeyê fîlmeke nû ket vîzyonê. Fîlma bi navê ‘Dersimiz: Atatürk’ (Waneya me: Ataturk) weke ku ji navê wê jî tê fêmkirin, derbarê Ataturk de ye. Seneryo wusa ye; ji bo zarokên dibistanê spartekek (karê ku divê xwendekar li malê çêbikin) tê dayîn ku tê xwestin derbarê ataturk de lêkolînê bikin. Li ser vê [...]
Berî 8 rojan bi wergerandina Avatar’ê min gotibû ku min wergera fîlman ji bîr nekiriye. Û niha jî wergera fîlman bilez didome. Bi rastî jî êdî bîhna min ji ber wergerandina bernameyên komputergeriyê teng bûbû. Niha wergera fîlman ji bo min keyfek e. Di van 8 rojan de ev fîlma 4. e ku min wergerand [...]
Fîlma Kill Bill-1 jî niha êdî bi kurdî ye. Ev fîlm çaremîn fîlma Quentin Tarantino ye ku mijara wê bi kurtasî tolhildana jinek e. Bûka ku di daweta xwe de tê birîndarkirin (ku tê bawerkirin ku miriye) û dikeve komayê, piştî çar salan ji komayê derdikeve û sonda tolhildanê dixwe. Bi teknîkên kişandinê û mûzîkên [...]
Min îro wergera kurdî ya fîlma The Shining’ê li malperê zêde kir. Min berî çend salan pirtûka Stephen King a bi navê Medyum xwendibû. Pirtûkeke xweş bû. Piştî çend salan jî min li fîlma wê temaşe kir. Ev fîlma The Shining li ser wê romanê hatiye kişandin. Ya rastî min ji pirtûka wê bêtir hez [...]
Min texmîn dikir ku wê Avatar Oscarê bistîne, û ji ber vê yekê min fîlmê wergerand kurdî. Lê di merasîma xelatên Oscarê de ku îro pêk hat, fîlma bi navê “The Hurt Locker” xelata Fîlma Herî Baş stand. Ez yek ji bo min bû sûrprîzek. Her wiha derhênera heman fîlmê, Kathryn Bigelow’ê jî xelata Derhênera [...]
Ev demek e ku min fîlm wernegerandibû û tu kesî jî ji min re wergera tu fîlman neşandibû. Loma piştî ku min binnivîsa kurdî ya fîlma ‘The Sixth Sense’ 25.11.2009ê de weşand, tu fîlmeke nû li malperê zêde nebûbû. Ne ji ber ku min êdî wergerê nedikir, lê ji ber ku wergerên din ez asteng [...]
Ev nêzikî du meh bû ku li malperê binnivîsa fîlmekê nehatibû weşandin. Herî dawîn fîlma Knowing ji aliyê azadixwaz ve hatibû wergerandin. Îsal ji ber amadekariya ji bo azmûna pisporiyê û ji ber stajên zankoyê ez nikarim gelek wext bibînim ku fîlm wergerînim. Min herî dawîn ji bo ubuntuyê hinekî werger kiribû weke din min [...]
Ji aliyê mêvanekî me ve ji min re girêdanên du fîlmên kurdî hat şandin. Herdu fîlm jî li ser televîzyonên kurdî hatine weşandin. Yek li ser televîyona Kurd1′ê ya din jî li ser TRT 6′ê hatiye weşandin. Hûn dikarin girêdanên fîlman li jêr bibînin. Xuya ye wê di pêşerojê de fîlmên ku li kurdî hatine [...]
-Ma tu ne kurd î? -Na, ez elewî me. Di rastiya kurdan de, cihê destpêkirinê dide rû. Ji ku derê mirov destpê dike ji bo rastiya xwe bibîne û rê çiqas dirêj e… Belê, bi destê serdestan me çiqas xwe ji bîr kiriye û filmê Bahoz vê yekê çiqas berbiçav dike?
