Arşîva Cotmeh, 2009
SMplayer lêdereke fîlm û mûzîkan e. Bi SMplayerê hûn dikarin bi hêsanî li fîlmên bi binnivîs temaşe bikin. Weke hûn dizanin min beriya demekê vê bernameyê wergerandibû kurdî. Jixwe niha li malpera wê ya fermî jî weke fermî bi kurdî tê weşandin. Hûn dikarin ji malpera wê belaş daxin û saz bikin. Malpera wê li [...]
Guhertoya dawîn a ubuntuyê bi navê xwe yê kod 9.10 Karmic Koala îro hat weşandin. Weke hûn dizanin Ubutnu / Linux pergaleke komputerê ye ku bi temamî kurdî ye. Hûn dikarin nivîsa min a derbarê taybetiyên ubuntuyê de, li vir bixwînin. Gelo ubuntuya ku bi piştgiriya Canonical tê amadekirin ji me re nûbûnên çawa tîne? [...]
Ev demek bû ku min li koma bi navê Keane guhdar dikir. bi rastî hinek stranên wan bi min gelek xweş hatibûn. Min digot qey min çend stranên wan wergerandine kurdî. Lê dema ku min îro li wergerên stranan ên li malperê nihêrt, min dît ku min qet wernegerandiye. Loma min îro 5 stranên wan [...]
Piştî ku 34 PKKyiyê ku ku hatin Tirkiyeyê û nehatin girtin. Min jî biryar da ku piştgiriyekê bidim “Açilim”ê. Her çiqas ez li metropoleke Tirkiyê hatibim dinê û min tevahiya jiyana xwe li vir derbas kiribe jî heta niha min tu caran van deran weke aîdê xwe, weke welatê xwe hîs nekiribû. Ya rastî hê [...]
Çawa ku min nûçeya serbestberdana gerîlayên ku weke Koma Aşitiyê hatine Tirkiyê bihîst, di cî de strana Şivan Perwer, “Va hatin pêşmergên me” hat bîra min. Weke hûn dizanin di stranê de Şivan qala pêşmergeyên ku ji şereke dirêj tên dike ku şer dijwar derbas bûye lê biserkeftin qediyaye. Bi vê nûçeyê rasterast hestên ku [...]
Min di malperekê de dîtibû, kesên ku dişibin hev didîtin û wêneyên wan dixistin kêleka hev. Dema ku îro min li malpera www.abdullah-ocalan.com mêze dikir wêneyeka ocalan, wêneyeke Jack Nicholson a di fîlma Shiningê de anî bîra min û min jî wêneyeke wisa çêkir. Bêhenek û bêwate, dişibin hev ne wisa?
Straneke Jan Axîn heye ku pir jê hez dikim. Navê stranê: “Balada Girtîgeha Reading ê” Helbesteke xweşik e. Dema min cara ewil li vê stranê guhdar kir gotinên stranê bala min kişand. Dema ku min li nivîskarê gotinan nihêrt min dît ku stran ji helbesta Oscar Wilde hatiye afirandin. Wê demê min ji vê xebata [...]
Hevalekî min ji min re helbestek şand. Dixwazim bi we re parve bikim. Helbest derbarê peyvên tirkî yên ku ketine zimanê me yê rojane, ye. Lê helbest gelek dirêj e, hûn dikarin dûmahîka nivîsê li jêr bixwînin. Helbest a nivîskar :Aldulkadîr Bingol‘e De wer ey Ehmedê xanî, Melayî tu bi xwe’r bîne, Binêrin halê Kurmancan [...]
Omegle malpereke hêsan û sosret e. Mirov dikeve malperê û bêyî ku bibe endam, heta bêyî ku navê xwe binivîse mirov dest bi chatê dike. Bi hezaran kes herdem li malperê online (girêdayî) in. Dema tu pêl bişkojka “Start a chat” bikî tu bi kesekî ve zûzûka tê girêdan û axaftin destpê dike. Di axaftinê [...]
Beriya niha min dîsa li vir qala ergenekonparêziya Selda Bağcanê kiribû. Di konsereke xwe de qala fikrên xwe kiribû. Niha jî dor dora Sabahat Akkiraz’ê ye. Sabahat Akkirazê jî di axaftina xwe de gotiye “Ez weke serokwezîr nafikirim lê weke Deniz Baykal difikirim” Û ji ber ku ev demek e Baykal rewşa wê nepirsiye, giliyên [...]
Fêmkirina min a der heqê bikaranîna du peyvan, ango “hemû” û ”tev” de nû çêbûye. Dema ku min stran ji bo vê malperê werdigerandin ser kurdî ez pê hesiyam ku gelek caran min ew peyv çewt bi kar anîne. Lê min nedikarî cudahiya di nav wan de bibînim. Min bala xwe da çend mînakan û [...]
