Kurdî 1-0 Tirkî
Cara yekemîn e ku ez vê yekê dibînin.
Heta niha min cur be cur tiştan li kurdî wergerandin. Lê heta niha hema bêje min çi wergerandibe, wergera wan hemû tiştan bi tirkî jî hebûn. Min dest avêtibe çi fîlmî, min dest avêtibe kîjan stran an jî bernameyê min dîtiye ku tirkan beriya me wê tiştê wergerandine zimanê xwe. Heye ku çend stranên ku min wergerandine kurdî, bi tirkî tune bin, tam nizanim. Lê ev cara yekemîn e ku baş dizanim ku li cîhanê tiştek heye ku bi kurdî heye lê bi tirkî tune
Lîstika dawîn a ku min wergerand kurdî (phun) li tirkî nehatiye wergerandin. Di malpera wê de pela zimên ji bo tirkî tune û di foruma wê de jî qala wergera kurdî nehatiye kirin. Lê wê di guhertoya nû de kurdî hebe! Dizanim ev ne tişteke mezin û pêwist e, lê dîsa jî keneke sivik li rûyê min peyda kir.
Ji ber ku em civatek wisa ne ku hema bêje hemû pirtûkên me û hemû stranên me ji aliyê me ve li tirkî hatine wergerandin. Him jî ji aliyê me bixwe ve. Ev ne tişteke erênî ye. Gelek kesan nas dikim ku pirtûkên Mehmet Uzun bi tirkî dixwînin. Mehmet Uzun wê pirtûkê çima nivîsandiye gelo?
Dema rewş rewşeke wisa be mirov kêfxweş dibe ku hin tişt li dinyayê hene ku bi kurdî hene lê bi tirkî tune ne
04.05.2009 Çarşem

Ez we ji ber wan karan pîroz dikim.Hûn hemû pîrozin!!Em gişt dizanin hûn çi bar û dijwarî diavejin ser milê xwe.
Li vê malperê (Di nivîsa 50. de) di mijara bernameya Mozilla Thunderbirdê de kesekê gotiye ku “Ji bo vê bernameyê sepana kontrolkera rastnivîsê ji bo Tirkî tune lê ji bo Kurdî heye”
http://sozluk.sourtimes.org/show.asp?t=mozilla+thunderbird&kw=&a=&all=&v=&p=2
Dema ku min vê peyamê dît, ev nivîsami hat bîra min. Xuya ye li hinek cihên din jî kurdî tirkî têk biriye
Hima li kîja berhemên ku wergerîyi Kurdî dinêrim, ez kedê destên we têde dibînîm. Ava bu salek zêde ku ez fîrefox, openoffîce,amsn û gelek programên din bi Kurdî bikartînim. Hima ji şerma kedê destê webijî ez dest jê bernadim.
Ez çikas spas jî ji were bikim dîsa jî têr naki.
Qet nebêjin kesî ku qedr û kîmeta kedê destê we zani tûneyi.
Spas hevalê mrxwest, bî rastî tekane xema me ew e ku wergerên me kêr werin. Ger gelê me ji xebatên me hez bike û bi kar bîne, em ê xebatên xwe bidomînin. Hêza ku “spasek ji dil” dide mirov ji me re bes e. Pir baş e ku hûn firefox, open office û bernameyên din bi kar tînin. Bawer bikin jixwe wê di pêşerojê de herkes van bernameyan bi kar bîne