Dûvikên Bacanên Reş
Wexta ku ez hê zarok bûm, dema ku dayika min tirşikê çêdikir dûvikên bacanên reş jî dikir nav tirşikê. Hinek goştê bacanê reş jî pê ve dihişt û piştî ku xwarin çêdibû me van dûvikan bi keyfeke mezin dixwar. Weke her tiştê hindik ev dûvik jî ji bo me zarokan tişteke pir bi qîmet bû. Di navbera min û birayên min de, ji bo van dûvikan pevçûn derdiketin gelek caran. Di wan salan de, li cem dê û bavê mirov, tişta ku mirov keyfxweş dikir ev dûvikên bacanan bû.
Min her dem ji tirşikê hez kiriye, niha jî gel min xwarinek qîmet e. Niha piştî ku ev pênc sal in ku ji mal dûr im, hê jî dema ku tirşik çêdibe nahêlim ev dûvikên bacanan werin avêtin sergoyê. Dema ku em tirşikê çêdikin, ez jî çêbikim hevalên min jî çêbikin, kî çêke bila çêke tu caran tu kes van dûvikan navêje çopê lê dixe nav tirşikê. Tenê ji bo min. Ji ber ku jixwe tu kesî heta niha tiştekî wisa nedîtiye. Dibêjin “ma ev jî tê xwarin, ev gelaş in” Ez jî dibêjim bila wisa be lê ez dîsa jî jê hez dikim.
Îro jî li malê me tirşik xwar. Hevalên min dûvikên ku ketine lalîka wan, derxistin û kirin nav lalîka min. Yanî min îro sê dûvik xwarin
Diviyabû ez gelek dilşad bûma. Di zarokatiyê de ji bo şadiyê yek dûvik bes bû, lê xuya ye mezinbûn ji zarokbûnê piçek cuda ye. Loma êdî hêdî hêdî difikirim ku ew dûvik xweş bûn ji ber ku ê ku wan tirşikan çêdikir dayika min bû.
Li vir, ji malê dûr, tiştên gelek xweşik hene. Lê hûn jî dizanin, carina dûvik ji her tiştî xweştir in.

hehehe, wele Te îşt ez birçî bibim. Ezê naha herim Bacanên reş bixwim.
Noşîcan be
Keko te zarokbûna min anî bîra min. Welleh wek te gotî me jî şer dikir ji bo dûvikan. Ew dûvik ji bo me ji fêkîyên bihûştê jî biqedirtir bûn. Min psîkologekê dîtibû. Dema ku zarokê wî , ew aciz dikir. Wî jî bi tiliyeke xwe hêdîka li destê kurê xwe dida kurê wî jî stêrkan direşand bi girînê. Min carekê qala vê meseleya tilî û girînê kir ji psîkolog re. Wî got ez hêdîka lêdidim lê belê ew digirî ku ez serê wî bişkînim belkî wê negirî. Wî kurê xwe bi vî awayî elimandîye. Bawer dikim ku em jî bi dûvikê bacana reş elimî ne…
He he. me jî şer dikir li wan. Lê me ji wan re digot qunik. Di nava tirşikêde tijî goşt hebûna jî disa me li ser qunikan şer dikir.
Nexwe ev tenê di nav me kurdan de bûye edet? Hevalên min ên tirk (û hevalên min ên kurd ên ji semsûrê) qet tişteke wisa nizanin.
Ji xwe ez bi rojîme. Ez yeca birçî bûm.
Bi rastî cana ez jî bêrîya gund dikim .
Lê mirov nikari dev ji bajar berdi.
mrxwest, ji roja ku ez ji dayikbûn heta niha ez her dem li bajarên metropol mezin bûm, lê ji dil dibêjim, ger li welat azadî hebûya min ê jiyana li gund tercîh bikira. (Ev jî bû mîna strana Şivan Perwer: “Ger hunekî azadî hebûya birçîbûna welatê mirov ji têrbûna welatê xerîb birûmetir e, min go delalê delalê….”)
Bi rastî we li ser mijareke pir giring xeber daye. Ev edeta me parçeyek jiyana me ye û bi ya min ev parçeyeke çanda me û dîroka me ye jî. Bi rastî tişteke evqas biçuk bixuye lê rastî giring be, tê qeydkirin, pir kêfxweş im…