Ferec : 'Heavy Metal'a bi Kurdî

Mijdar 2nd, 2009
ferec_CD

Albûma Ferec = Helîkopter

Duh birayê min ê li Amedê ji min re e-peyamek şandibû, digot komeke nû nas kiriye. Koma Ferec. Digot çûye û albûma wan kiriye û jê hez kiriye. Li ser vê yekê lê geriyam û min malpera wan dît. Li malpera wan mirov dikare strana wan a bi navê “Çîne” belaş daxe û yên din jî ji bo 50 çirkeyan guhdar bike. Li jêra malperê tê gotin ku wê her meh straneke wan belaş were belavkirin. Çawa ku min vê hevokê xwend min tê gihişt ku kom herî kêm, qene, “cuda” ye. Min zûzûka vê strana wan daxist û çend caran li ser hev guhdar kir. Bi rastî straneke xweş e.

Îro jî piştî ku min karên xwe qedand zûzûka çûm Taksîmê û min albûma wan ji NÇMyê kirî. Min bi webcama xwe jî wêneya CDyê kişand; wêneya li kêleka nivîsê :) Çîne derbarê talankirina warên me, hêviya hatina rojên xweş û pêwistiya kar û xebatê ye. Jixwe me li sernavê nivîsê de jî got, tarza komê Metal e. Ew bixwe jî dibêjin ku ji xwe re Metallica û Rammstein weke mînak dibînin. (Me straneke Rammstein wergerandibû, li vir e)

Koma Ferec ji aliyê du xortên Culemêrgî di sala 2004an de hatiya avakirin. Lê albûma wan a yekemîn, bi navê “Helîkopter” îsal (2009) ji Ses Plakê derket. Ji bo ku bikarin albûmê derxin bavê solîstê komê ji bankayê kredî kişandiye. Endamên komê: Solist Fuat Taş (31) (ku ji xwe re dibêje “Reh”), elektrogîtarîst Cemal Kaya (29) (ku ji xwe re dibêje ‘Baratarna’ (Qralake Kurd) komê ava kirine û paşê İsmail Kurt (27) (ku ji xwe re dibêje “Afiriş”) û baterîst Erkan Baran (24) (ku ji xwe re dibêje “Zêde”) tevlî komê bûne. Di destpêkê de bala xwe dane mûzîka Anadolu Rock lê paşê piştî ku rastî albûmekê hatine ku nizanin ya kê ye, biryar dane ku mûzîka metal çêbikin. Wateya Ferec’ê “Stêrka Sibehê” ye.

Solîstê komê Fuat Taş mamostetiya mûzîkê dike, Baterîst Erkan Baran tamîrkerê erebeyan e û herdu endamên din jî tenê bi mûzîkê mijûl dibin. Di hevpeyvîna xwe ya di gel rojnameya Sabahê de dibêjin ku di destpêkê de gelê Culemêrgê wan hinek sosret û cuda dîtine lê niha hînî wan bûne heta ji wan hez kirine. Haa, di vê navberê de, rojnameyê bi wan re hevpeyvînek çêkirine ji ber ku îsal beşdarî şahiya Barişa Rock (Rock ji bo aşitiyê) bûne û gelek bal kişandine û bi gotina rojnameyê “Festîvalê hejandine”

Min ji komê hez kir. Pir baş e ku hêdî hêdî bi kurdî jî bi cureyên cur be cur stran tên çêkirin. Ya rastî min bi vê albûmê dît ku kurdî ji bo her cure mûzîkê ji tirkî gelek guncantir e. Çend kes hene ku hewl didin bi tirkî mûzîka metal fîlan çêkin lê nikarin. Bi ya min ji ber ku di giyana tirkî de bingeha vê yekê tune. Lê kurdî ne wisa ye. Mirov dikare bikişîne her derî. Dema ku min cara yekemîn li albûma “Pola Nû”ya Koma Rewşen kiribû, min wê çaxê jî wisa hîs kiribû.

Di albûma wan de 9 stran hene ku gotin û mûzîka wan bi temamî aîdê wan in. Stranên tê de: Çîne, Helîkopter, Bavê min şivan e, Na na, Jiyan, Şivik, Hêvî, Xatûn û Maf

ÇÎNE

Rojek nû li çiya hilbû
Xelas bûn ji me dûr bû
Azadî hat, hat nêzik bû
Ew rojên reş ji me dûr bû

Çi bikin warê me hemî sotin
Tev werin warê xwe nû da xemilînin
Çê bikin vî warî nû da çê bikin
Xelas kin neyar ji nav xwe derînin

Çîne çîne çîne ku şîn bît
Fêre fêre fêre ku berz bît

Şev xelas bû roj derket
Ronahî li pêş ket
Ciwanên te pir can dan
Îro ew can kulilk dan
(Gotin û mûzîk: Reh Fuat)

HELÎKOPTER

Hatin hatin hatin
Bi kincên xakî postalên reş
Bi rûyê reş serleşker
Dike qêrîn
RAHAT HAZROL NÎŞAN AL

Em hê zar bûn ne fahma bûn
Me dilîst em bi hev re yar bûn

Li jêr helîkopter li jor helîkopter
Bi hev re bêjin helîkopter

Destê şewqet ket ser welat
Tanq û panzer ket ser welat
Xort û ciwan kom bûn zindan

Ketin darê katin darê
Zarok sêwî ketin darê

Payiz îlon hêzên beraz
Çardeh salî xistin darê

Serê beraz dike qêrîn
RAHAT HAZROL NÎŞAN AL
(Gotin: Goran Benbaş, Mûzîk:Kaya Baratarna )

Malpera wan li vir e: ferecrock.com

Hûn dikarin ji vir guhdarî stranên wan bikin: Guhdar bike

simurg56@gmail.com  / 02.10.2009

  1. Sibat 22nd, 2010 li 17:52

    belê hevalno. min ji Koma Ferec beriya 2 mehî nas kir. ez pir kêf xweş bum. albûma wan ji pir delale. lê dema ez fekirtim malpera koma ferec rûpela foruma wan disa ji aliyên xortê kurda ziyan ditîye :( herçi heavy metal’a kurdî ji pir delale :) ev hevalê delal strana şivan perwer “hevalno” ji gotine. rengekê cudayî buye :) )

    http://www.facebook.com/video/video.php?v=256405967475&ref=mf

  2. simurg56
    Sibat 25th, 2010 li 13:14

    Erê strana hevalno jî xweş gotine lê mixabin ji ber hinek sedeman nekarîne têxin albûmê. Niha di albûmê de ev stran nayê weşandin.


9 + 9 =