Navên mehan ên standart

Rêbendan 10th, 2010

Sergêjiya navê mehan

Demekê serê min jî gêj bibû ji ber tevlîheviya navê mehan. Li gor her zarava û herêmê navên mehan diguherin. Tabî her çiqas ev dewlemendiyeke kurdî be jî mixabin ev yek di heman demê de dibe sedema têkilheviyekê jî. Berî demekê min nûçeyek xwendibû ku qala standartkirina van navan dikir û lîsteyeke mehan hatibû derxistin, ji wê rojê ve ez van navan bi kar tînim. Min xwest haya we jî jê hebe. Li vê rûpelê jî qala vê pirsgirêkê tê kirin. Xuya ye ya her baş dîsa bikaranîna standartên Enstîtûya Kurdî ya Parîsê û ya Roj TVyê ye. Jixwe ji xeynî du mehan ev herdu sazî heman navan bi kar tînin. Ez bixwe ya Enstîtûyê tercîh dikim ku ev jî wisa ye:  1- Çile, 2- Sibat, 3- Adar, 4- Nîsan, 5- Gulan, 6- Hezîran, 7- Tîrmeh, 8-Tebax, 9- Îlon, 10- Cotmeh 11- Mijdar 12-Kanûn

(Dîqat: Bi hişyariya @Koparo ku ji bo vê nivîsê li jêr şîrove nivîsand, min ji enstîtûya kurdî ya stenbolê pirs kir, enstîtû bi vî awayî bi kar tîne, ez ê jî êdî wisa bi kar bînim. Yanî wisa: Rêbendan, Reşemî, Adar, Avrêl, Gulan, Pûşper, Tîrmeh, Gelawêj, Rezber, Kewçêr, Sermawez, Berfanbar

Li malpera TZP kurdî jî heman nav tên pêşniyarkirin û tê ragihandin ku Yekitiya Ragihandina Demokratîk (YRD)ê di konferansa xwe ya çaremîn de biryareke ji bo bikaranîna van navan standiye. Ji kerema xwe re hûn jî bi qasê ji destê we were, tenê van navan bi kar bînin ku êdî ji bo mijareke wisa bes serê me gêj bibe :)

  1. Rêbendan 13th, 2010 li 23:39

    Biborînê heval, ez hinekî serê te bêşînimê. Bêguman giringe ku standartekî navên mehan bi Kurdî hebe, lê gereg ew di beşa zimanzanî û dîrokî ve jî rast be.

    Enstîtûyê Estenbolê(Istanbul) navên mehan bi Kurdî wîsa pêşkêş dike:

    1. Rêbendan

    „ Ev nav ji bendkirina riyan hatiye girtin. Dewra çara berfavêtin û vekirina riyan tune bû. Ji ber vê yekê, gava qasek berf dibariya, pêşî li riyan dihat girtin. Ango dibû mîna bendan û bi hesanî riya derketinê ne dida. Ji xwe di mehên zivistanê de, li Kurdistanê zêde barîna berfê, tundiya bager û bapêçê û ketina şapan (aşîd) tê zanîn. Ev bûyer hemî ji sedemên bendkirina riyan bûn“.

    2. Reşemî.

    „Ev nav ji meha reş hatiye himatê. Her çiqas peyva “reş” bi têgiha peyvî ya ferhengî, rengdêra rengê reş e, lê bi biwêjkî bi têgiha xwerû, saf, sade tê bikaranîn. Wekî, mêrê reş, jina reş, leşkerê reş, zivistana reş û hwd…“

    3. Adar

    „Kurtkirina “Avdar”ê ye. Ji xwe hinek herêm Avdarê bikartînin. Têgiha bi av, xwedî av, têrav dide. Him jî têgiha “av dikeve daran” dide“.

    4. Avrêl

    „Ji peyvên av û rêl (daristana çiyan) hatiye himatê. Divê mehê de av dikeve rêlan jî. Ango rêl jî şiyar dibin“.

    5. Gulan (

    „Meha gulan. Li Kurdistanê di vê mehê de gul tên Çinîn“.

    6. Pûşper (

    „Hevedudaniya ji peyva “pûş” û”per” e. Ji giyayê ne diriyê hişkolek re “pûş” tê gotin. Di vê demê de giyayê çiyan wisa hişk dibe her wekî bi per in, ba lê dixe û difirîne. Lewra bi navê “Pûşper” hatiyebi nav kirin“

    7. Tîrmeh

    „Hevedudan î û ji wûşên “tîr” û “meh” pêk hatiye. Tîr naveke din ji bo Sirius (tirkî: Akyıldız) e. Tîr stêrka herî ronî de ezmanan e. Navê mehê ‘tîrmeh’ ji vê sterkê tê, ji ber ku di dawiya vê mehê derdikeve“

    8. Gelawêj

    „Di vê mehê de, stêrka Gelawêj xwiyadibe û cîhan hêdî hêdî ber bi sermayê ve diçe“

    9. Rezber

    „Li Kurdistanê bi piranî tiriyên rezan di vê mehê de tên çinîn. Ji bo çi peyva birîn tê bikaranîn û çinîn nayê xebitandin. Lewra weşiyên (gûşiyên) tirî tên birîn. Ji ber vê yekê “Rezçin” ne rast e. Rezber bê xweşûş rast e“.

    10. Kewçêr

    „Ji çêrîna kewan hatiye hevedudanî kirin. Di vê mehê de kewên koçber ber bi zivistanwarên xwe ve difirin û bi şev diçêrin. Li gor wê, ev meh weha hatiye bi nav kirin“.

    11. Sermawez

    12. Berfanbar

    „Ji barîna berfê ev nav lê hatiye kirin. Di vê mehê de gelek berf dibare, hişkî dikeve, serma zêde dibe û di serê mehê de çile zivistanê dest pê dike“.

    Bi ditîna min, ew yek ji alîya zimanzanî rastê….

  2. simurg56
    Rêbendan 17th, 2010 li 17:08

    ji bo ravekirina te ya dirêj zor spas @Koparo, navên ku te nivîsandine û wateya wan niqaş kirine, bi rastî xweş in. Ez jî nabêjim ku ev nav ne xweş in an jî ne rast in. Lê ez dibêjim divê standartek hebe. Û weke min li jor jî nivîsand li malpera TZP kurdî nûçeyeke wisa hatiye weşandin, loma min jî niyet heye ku li gor vê biryarê tev bigerim. Bi qasê ez dizanim TZP kurdî û Enstîtûya kurdî ya stenbolê girêdayî hev in, wê çaxê çawa dibe ku wisa ji hev cuda bi kar bînin. Ger rojekê riya min bikeve ensîtûyê ez ê ji wan bipirsim.

  3. Simurg56
    Rêbendan 23rd, 2010 li 19:31

    Hevalê @Koparo, min ji kesekî ji Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê pirs kir û bersiv stand, dibêje ku Enstîtû jî weke gotina te bi kar tîne. Yanî wisa: Rêbendan, Reşemî, Adar, Avrêl, Gulan, Pûşper, Tîrmeh, Gelawêj, Rezber, Kewçêr, Sermawez, Berfanbar.
    Spas ji bo hişyariya te. (Ez ê nivîsê jî sererast bikim û ez ê êdî wisa bi kar bînim)

  4. fizîkakurdî
    Rêbendan 26th, 2010 li 16:05

    Spas ji bo sererastkirina we hevalê sîmurg

  5. Bawer Yekta
    Rêbendan 26th, 2010 li 17:56

    Simurg56 :Hevalê @Koparo, min ji kesekî ji Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê pirs kir û bersiv stand, dibêje ku Enstîtû jî weke gotina te bi kar tîne. Yanî wisa: Rêbendan, Reşemî, Adar, Avrêl, Gulan, Pûşper, Tîrmeh, Gelawêj, Rezber, Kewçêr, Sermawez, Berfanbar.
    Spas ji bo hişyariya te. (Ez ê nivîsê jî sererast bikim û ez ê êdî wisa bi kar bînim)

    Ya rastîn jî navê mehan a ku te li jor nîşankirîye.

  6. Sibat 5th, 2010 li 21:33

    Bijî! Her kar ji bo zimanê Kurdî. Jixwe têbînîek wek enstîtûtya, di riya zanîstî jî hin rast e.