Facebook êdî bi kurdî ye!

Rêbendan 17th, 2010

Wêneyeke rastîn, ji facebooka min

Dema min nû bihîst ya rastî min bawer nekiribû lê xuya ye rast e: belê facebookê destûr daye wergera li kurdî û wergerê destpê kiriye. Niha navrûya facebookê li kurdî hatiye wergerandin lê tabî hê neqediyaye.  Facebook malpereke popûler e ji ber vê yekê hêviya mi jê heye ku zimanê kurdî a komputergeriyê li gelê me bide naskirin û hezkirin. Heta niha me çend bername wergerandibin kurdî jî mixabin piraniya gelê me ji wan ne haydar in an jî haydar bin jî bi kara naynin.

Sîstema wergerandina facebookê pir baş e, her endamê facebookê dikare alîkariya wergerê bike û ji bo wergerên ku berê hatine kirin jî deng bide. Bi vî awayî wergera herî baş tê bijartin.

Ger tu endamê facebookê bî, wê demê bikave mîhengên hesaba xwe, zimanê xwe bike kurdî û here vê malperê û dest bi wergera li kurdî bike: http://www.facebook.com/translations/ Ser xêrê be.

Hê tu şîrove tune