Û ew sedem tu yî

Rêbendan 23rd, 2010

Koma "Hoobastank"

Ez ne miroveke bêkêmasî me
Gelek tişt hene ku dibêjim xwezî min nekira
Lê ez hînbûnê didomînim
Min tu caran nexwest van tiştan bînim serê te
Loma berî ku biçim, divê ji te re bibêjim
Ku min tenê xwest bizanî ku

Min ji bo xwe sedemek dît
Ku kesatiya xwe ya berê biguherînim
Sedemek ku ji serî ve û ji nû ve destpê bikim
Û ew sedem tu yî

Ez xemgîn im ger min te êşandibe
Ev tiştek wisa ye ku divê her roj pê re bijîm
Û hemû êşên ku min bi te da kişandin
Dibêjim xwezî min bikariya hemûyan niha bistînim
Û bûbûma kesê ku hêstrên çavên te paqij dike
Ji ber vê yekê divê tu bibihîsî ku

Min ji bo xwe sedemek dît
Ku kesatiya xwe ya berê biguherînim
Sedemek ku ji serî ve û ji nû ve destpê bikim
Û ew sedem tu yî
Û ew sedem tu yî
Û ew sedem tu yî
Û ew sedem tu yî

Ez ne miroveke bêkêmasî me
Min tu caran nexwest van tiştan bînim serê te
Loma berî ku biçim, divê ji te re bibêjim
Ku min tenê xwest bizanî ku

Min ji bo xwe sedemek dît
Ku kesatiya xwe ya berê biguherînim
Sedemek ku ji serî ve û ji nû ve destpê bikim
Û ew sedem tu yî

Min ji bo xwe sedemek dît
Ku kesatiya xwe ya berê biguherînim
Sedemek ku ji serî ve û ji nû ve destpê bikim
Û ew sedem tu yî

Ev strana xweşik wergera strana bi navê The Reason (Sedem) a Hoobastank e.  Straneke xweşik e, ger we guhdar nekiribe hûn dikarin ji vir guhdar bikin. Min bi taybetî ji gotinên stranê hez kir û loma wergerand û li stranên wergerandî zêde kir :)   Navê komê jî seyr e: Rojekê solîstê komê çûye marketê,  tam dema ku bayê dengê “Hoo” derxistiye, destê wî li gîtarê ketiye û dengê “Bastank” derketiye. Wan jî navê komê kirine Hoobastank…

Hê tu şîrove tune