Dengeke ji dinyayeke dûr û nû: Koma Dengê Azadî

Rêbendan 24th, 2010

Fedî

Kîjan sal bû di hişê min de ne zelal e, lê ez bawer im ez 12-13 salî bûm. Rojbûna birayê min ê mezin bû. Hevalên wî jê re weke diyariya rojbûnê, albûma “Fedî” a Koma Dengê Azadî kirîbûn. Heta wê rojê stranên kurdî yên ku min guhdar kiribûn, stranên dê-bavê min bûn lê ev albûm -her çiqas ji birayê min re hatibe kirîn jî- ya min bû.  Çima? Heta ku min li vê albûmê guhdar kir, min nedizanî ku kurmancî zimaneke wisa ye. Min nedizanî dikare bibe zimanê mûzîka ciwanan jî, tameke xweş hiştibû li devê min, baweriyeke nû şîn dabû li mejiyê min û mereqa jiberkirina gotinên stranan xwe dabû der. Hê jî dema li albûma “Fedî” guhdar dikim, difikirim ku bi rastî albûmeke gelekî serkeftî bû. Stranên Fedî, Dilê Xemgîn, Ez te baş nas dikim, Mihemedo û Negrî hê jî ji kûrahiyên dilê min vala nebûne. Ez bawer im dîsa rastî wan deman tê, dema ku min ferhengoka ku Azadiya Welat diyar kiribû, vedikir û tê de li peyvên ku min ji stranê bihîstiye lê fêhm nekiriye, digeriyam. Ez baş dizanim ku ez zimanê kurdî ji stranan, bi taybetî jî ji stranan weke Fedî watedar û bi peyvên nû, hîn bûm. Jixwe stranên Mihemedo û Fedî mîna mîna destanekê ne. Di van stranan de mûzîk jî tempo jî car caran diguhere, li hinek deran helbest tevlî dibin, mirov heçko li çîrokekê guhdar bike, hîs dike. Û stranên “Dilê Xemgîn” û “Negrî” jî xwedî ciheke taybet bûn. Ewqas ji dil in û ewqas dilê mirov diguhvîşin ku ez ê vê albûmê qet ji bîr nekim. Min ji du stranan du çarik nivîsandin li jêr, ji kerema xwe re bixwînin, gelo gotinên wisa wêjeyî di çend stranan de heye? Albûma fedî xwe li min nade ji bîr kirin, loma min xwest li vir jî binivîsim ku kes ji bîr neke.

Mijê bike rê û bimeşe
Xwe li çiya bigire û bimeşe
Emrê te hê çend û şeş e
Negrî çavderyayê, negrî
Negrî û neke li min, li min
Negrî, bikene li dû min
(Ji strana Negrî)

Zaroktî xewnek bû, wek xewn zû derbas bû
Ciwanî azadî bû, wek teyrek firiya çû
Li vî dilê xemgîn, çend şewat peyda bûn
Ji nav xweliyên wan, hezar hêvî heşîn bûn
(Ji strana Dilê Xemgîn)

  1. Rêbendan 26th, 2010 li 09:27

    Hevalê hêja bi rastî min jî li welat hertim guhdarîdikir.Min stranên koma dengê azadî wekî awazên serhildêr dizanî û dengê muzîk û gotinên wan li guhê min gelek xweş dihatin.Ne ez tenê bi rastî kesên ku kaseta wî li ba min di^dîtin xweşa wan jî diçû.Lê niha koma dengê azadî ne zêde li pêşe an jî bimin wisa xuyadike.Lê muzîk û awazan jî xweş bû.ev strana wî divê (rabin dîlanê roj roja meye gundî rêjber hemî proleter) http://www.youtube.com/watch?v=51TiOmQVcug roj roja meye.
    gelek spas hevalê sîmurg te min bir rojên borî jî bi rêya guhdarkirina koma dengê azadî

    silav
    xebatxweş

  2. Rêbendan 26th, 2010 li 09:33

    Bawer :Hevalê hêja bi rastî min jî li welat hertim guhdarîdikir.Min stranên koma dengê azadî wekî awazên serhildêr dizanî û dengê muzîk û gotinên wan li guhê min gelek xweş dihatin.Ne ez tenê bi rastî kesên ku kaseta wî li ba min di^dîtin xweşa wan jî diçû.Lê niha koma dengê azadî ne zêde li pêşe an jî bimin wisa xuyadike.Lê muzîk û awazan jî xweş bû.ev strana wî divê (rabin dîlanê roj roja meye gundî rêjber hemî proleter) roj roja meye.gelek spas hevalê sîmurg te min bir rojên borî jî bi rêya guhdarkirina koma dengê azadî
    silavxebatxweş

    min linka videoyê çewt dabû biborînin:linka rast eve:http://www.youtube.com/watch?v=_5Usb62e-wg