Windowsa Kurdî

Rojanekirin:Gulan 17th, 2009

Beriya niha demekê çalakiyeke îmzayê hatibû destpêkirin ji bo ku Microsoft destûrê bide wergerandina windowsê ji bo kurdî. Lê mixabin microsoftê guhê xwe da dewletên serdest û dagirker û bersiv neda banga gelê kurd. Ya rastî tu kes ji me muhtacê windowsê ye, hûn dikarin komputera xwe bi Linuxê bi temamî bi kurdî bi kar bînin. Me di nivîseke din de jixwe qala Ubuntu / Linuxê kiribû. Niha mijara me ne ev e. Niha em ê qala kurdîkirina windowsê bikin.
Me got ku windows nahêle li kurdî bê wergerandin lê hûn dîsa jî dikarin di windowsê de jî gelek bernameyan bi kurdî bi kar bînin. Wê windowsa we nebe kurdî lê hûn ê bikarin gelek karên xwe bi bernameyên kurdî pêk bînin.  Ev bername hemû jî bernameyên bêpere ne û ji ber ku bê pere û azad in destûrê dane me ku em wan wergerînin kurdî.  Piraniya van bernameyan ji dinyaya GNU/Linuxê tê hemû jî dikarin li ser windowsê werin bikaranîn. Piştî ku we van bernameyan saz kir;

  1. Hûn ê bikarin bi kurdî têkevin înternetê û hûn ê bikarin bi kurdî bikevin MSNyê û bi bernameyek kurdî chat bikin.
  2. Hûn ê bikarin bi bernameyeke kurdî fîlman temaşe bikin û guhdarî mûzîkê bikin.
  3. Hûn ê bikarin bi bernameyeke kurdî pelên weke Word, Powerpoint, Exel amade bikin.
  4. Hûn ê bikarin bi bernameyeke kurdî formata medyayên xwe (mp3, divx, dat hwd.) biguherînin.*
  5. Hûn ê bikarin klavyeya xwe bikin kurdî û bikarin leztir bi kurdî binivîsin.
  6. Hûn ê bikarin torrentên xwe bi kurdî daxin.
  7. Hûn ê bikarin ji xwe re malperan saz bikin û pelên xwe bişînin pêşkêşkera xwe.
  8. Hûn ê bikarin li ser binnivîsên xwe sererastkirina bi kurdî çêkin.

Bernameyên ku me li jêr nivîsandine, dikarin ji malperên wan ên fermî werin daxistin û saz kirin.
Piştî ku we saz kir hûn dikarin ji menûya wan zimanê kurdî hilbijêrin û van bernameyan bi kurdî bi kar bînin.
Weke hûn jî dibînin hûn êdî dikarin hema bêjin hemû karên xwe bi bernameyên kurdî pêk bînin.

Internet;
Firefox
aMSN (malpera wê ya fermî)
Songbird (Malpera wê ya fermî)
uTorrent (Malpera wê ya fermî)

Temaşekirina Fîlman;
Smplayer (Malpera wê ya fermî)

Guhdarkirina Stranan;
Songbird (Malpera wê ya fermî)

Guhertina Formatên Media;
Format Factory (Malpera wê ya fermî)

Nivîsgeh, Ofîs;
OpenOffice
Klavyeya kurdî

Sererastkirina Binnivîsan;
Subtitle Workshop (Malpera wê ya fermî)

Bernameyên Malpersaziyê;
SMF (Simple Machines Forum) (Malpera wê ya fermî)
Joomla (Malpera wê ya fermî)

WordPress (Malpera fermî)
vBullettin (Malpera wê ya fermî)
PhpNuke
Filezilla

Ji bo şîroveyan girtî ye.