*
Bi xêr hatî, Mêvan. Ji kerema xwe re Têkevin an jî Bibin Endam.
E-peyama we ya aktîvasyonê nehati be li vir bitikin.
Îlon 08, 2010, 05:55:24


Navê bikarhêner, şîfre û wexta xwe ya aktîfbûnê binivîsin


Rûpel: [1]   Here Jêr
  Çap Bike  
Yê Şandî Mijar: Kurdîkirina aMSNyê  (Hejmara Xwendinê 1807 caran)
0 Endam û 1 Mêvan mijarê vedikole.
simurg56
Administrator
Full Member
*****
Ne girêdayî Ne girêdayî

Hejmara Peyaman: 181


Herkes dimire, lê di rastiyê de herkes najî.


Agahiyên Endamiyê
« : Mijdar 19, 2008, 09:59:01 »

Kurdîkirina aMSNyê;

Pêşîn aMSNyê ji malpera wê ya fermî daxin û saz bikin.
Malpera wê ya fermî;http://www.amsn-project.net/download.php

Paşê,
1) Vê palê daxin;
http://www.wergerine.com/index.php?option=com_docman&task=doc_download&gid=13&Itemid=86
2) Ji .zip derxin
3) Pela ku jê derket bavêjin vê peldankê; /usr/share/amsn/lang
4) Niha di peldanka "mal" de pelên veşartî bidin xuyakirin, li vir peldanka .amsn bibînin
5) Di peldankê de pela "langlist.xml" bibînin û bi edîtora nivîsê vekin
6) Van rêzikan li rêza zimanan de lê zêde bikin û tomar bikin;
Kod:
<lang>
<langcode>ku</langcode>
<name>Kurdish (Kurdi)</name>
<version>1.0</version>
<encoding>utf-8</encoding>
</lang>

7) Niha hûn dikarin di paceya têketinê de zimanê kurdî hilbijêrin Pişirîn

Jêrenot: Ev rêbaz ji bo ubuntuyê ye.
« Guhertina Dawîn: Kanûn 02, 2008, 03:20:56 Yê şandî: simurg56 » Logged

Ey gerdûna masiyên mezin, min sond xwariye ku nebim masiyê biçûk!
wergerkar
Endamê Jêhatî
*
Ne girêdayî Ne girêdayî

Hejmara Peyaman: 18


Agahiyên Endamiyê
« Bersiv bide #1 : Mijdar 19, 2008, 10:15:29 »

ji bo XP yê jî tunene?
Logged
simurg56
Administrator
Full Member
*****
Ne girêdayî Ne girêdayî

Hejmara Peyaman: 181


Herkes dimire, lê di rastiyê de herkes najî.


Agahiyên Endamiyê
« Bersiv bide #2 : Mijdar 19, 2008, 10:19:35 »

belê heye lê kurdîkirina wê çawa ye nizanim. Ji ber ku ez xp bi kar naynim. Ez ê bi şev XPyek peyda bikim û hîn bibim Pişirîn
malpera wê ev e; http://www.amsn-project.net/
Dikarî ji wir daxî.

Min ji wan re şand, haya wan jê heye, wê dimek nêz de kurdî jî wê li ser bernameyê were. Lê heta wê demê em dikarin bi vî awayî bikin kurdî.
« Guhertina Dawîn: Mijdar 19, 2008, 10:34:18 Yê şandî: simurg56 » Logged

Ey gerdûna masiyên mezin, min sond xwariye ku nebim masiyê biçûk!
wergerkar
Endamê Jêhatî
*
Ne girêdayî Ne girêdayî

Hejmara Peyaman: 18


Agahiyên Endamiyê
« Bersiv bide #3 : Mijdar 19, 2008, 10:21:27 »

gellek spas heval
Logged
amedcj
Endamê Nû
*
Ne girêdayî Ne girêdayî

Hejmara Peyaman: 4


Agahiyên Endamiyê
« Bersiv bide #4 : Mijdar 19, 2008, 10:25:13 »

KenêBiDeng tu her hebî heval,
niha aMSNa min jî bi kurdî ye Pişirîn spas.

Ew pirsgirêka karakterên ne latîniya resen hê jî nayên nivîsandin. mînak: ş,ç, î, û. Gelo eê ê çawa vê pirsgirêkê çareser bikin?
Logged
simurg56
Administrator
Full Member
*****
Ne girêdayî Ne girêdayî

Hejmara Peyaman: 181


Herkes dimire, lê di rastiyê de herkes najî.


Agahiyên Endamiyê
« Bersiv bide #5 : Mijdar 19, 2008, 10:30:52 »

Heval sedema vê yekê klavyeya kurdî ye. Ger tu klavyeya xwe bikî tirkî an jî îngîlîzî wê demê pirsgirêk dernakeve.
Min ji pêşderbirên wan jî pirsî, gotin; "Try using tcl/tk 8.5, or it's maybe a locale issue."
Niha gelek dema min tune, lê ez ê vê meseleya tcl/tk hîn bibim. Dema min çareser kir ez ê binivîsim.
Logged

Ey gerdûna masiyên mezin, min sond xwariye ku nebim masiyê biçûk!
amedcj
Endamê Nû
*
Ne girêdayî Ne girêdayî

Hejmara Peyaman: 4


Agahiyên Endamiyê
« Bersiv bide #6 : Mijdar 19, 2008, 12:03:35 »

Na heval, pirsgirêk ne klavye ye. Min klavyeyên kurdî, tirkî û norwecî ceribandin. di her sê klavyeyan de ji tîpên ji yên înglîzî cuda nayên nivîsandin. (jixwe înglîzî dibe lewre tîpên bi kumik û niçik nîn in di înmglîzî de)
Min tcl û tk 8.5 saz kirin. lê pirsgirêk berdewam e.
ez ê jî li foruman binêrim. belkî me çareseriyek dît.
spas
Logged
simurg56
Administrator
Full Member
*****
Ne girêdayî Ne girêdayî

Hejmara Peyaman: 181


Herkes dimire, lê di rastiyê de herkes najî.


Agahiyên Endamiyê
« Bersiv bide #7 : Mijdar 19, 2008, 05:19:26 »

Erê tu rast dibêjî guhertina klavyeyê kêr nayê, lê guhertina zimanê pergalê kêr tê Pişirîn
Min niha dîsa ceriband, dema ziman biguhere, dixebite.
Logged

Ey gerdûna masiyên mezin, min sond xwariye ku nebim masiyê biçûk!
simurg56
Administrator
Full Member
*****
Ne girêdayî Ne girêdayî

Hejmara Peyaman: 181


Herkes dimire, lê di rastiyê de herkes najî.


Agahiyên Endamiyê
« Bersiv bide #8 : Mijdar 19, 2008, 06:29:28 »

Di windowsê de divê wisa bixebite;

1) Vê palê daxin;
http://www.wergerine.com/index.php?option=com_docman&task=doc_download&gid=13&Itemid=86
2) Ji .zip derxin
3) Pela ku jê derket bavêjin vê peldankê; C:/Program Files/aMSN/scripts/lang
4) Herin vê peldankê: C://Program Files/aMSN/scripts
5) Di peldankê de pela "langlist" bibînin û bi edîtora nivîsê vekin
6) Van rêzikan li rêza zimanan de lê zêde bikin û tomar bikin;
Kod:
<lang>
<langcode>ku</langcode>
<name>Kurdish (Kurdi)</name>
<version>1.0</version>
<encoding>utf-8</encoding>
</lang>

7) Niha hûn dikarin di paceya têketinê de zimanê kurdî hilbijêrin Pişirîn
Logged

Ey gerdûna masiyên mezin, min sond xwariye ku nebim masiyê biçûk!
asiruzgar
Endamê Nû
*
Ne girêdayî Ne girêdayî

Hejmara Peyaman: 4


Agahiyên Endamiyê
« Bersiv bide #9 : Mijdar 19, 2008, 10:05:23 »

Hewal No Ezi Tıştık Bejım Nexeydın Ez Dıbejım Werın Em Windows Live Mesenger 9.0 Peleki Kurdi Derxi ..Ana Hune Bejın Eme Çawa Derxi Ez Zanım Yama Çawa Çedıbe ... Ew Şew Ez Kase Saet ki Serwida Şıxolyam Mızekırım Ez Kurdi Ewka Nızanım Jıbo Wi Jıma Gellek Zor Dahatın Wektamınzi Ewka Tıneye Bıroj İnşatteda Dıxebtım Yanzi Ezi Karubum Derxım Mızekın Ew REsim zi Jıbo Düzenleme Resmawiye


http://img119.imageshack.us/my.php?image=dfskp8.jpg

Logged
simurg56
Administrator
Full Member
*****
Ne girêdayî Ne girêdayî

Hejmara Peyaman: 181


Herkes dimire, lê di rastiyê de herkes najî.


Agahiyên Endamiyê
« Bersiv bide #10 : Mijdar 19, 2008, 10:37:27 »

Em naxeyidin, ma em ê çima bixeyidin  KenêReş
Em çima Windows Live Messenger wernagerînin; jiber ku ew bixwe nahêlin! Windows bixwe nivîsbariyek bi peretî ye. Bê pere windows ji bo tu kesî tiştek nade. Tu wê bêjî MSNya windowsê belaş e. Belê belaş e lê dîsa jî girêdayî windowsê ye. Ev bername bixwe destûr nadin wergerandinê. Tu bixwazî jî, nikarî wergerînî. Programên resource hacker fîlan jî ne tiştên saxlem û fermî ne.
Demekê kampanyaya windowsa kurdî hebû, lê windowsê dengê kurdan nebihîst. Lê belê kurdan ji windowsê tiştek mezin nedixwestin. Wê tenê destûr bida û wê kurdan jî wergeranda. Lê neda. Yanî bi kurdî û kurtî, kesên ku ji me hez neke, em jî ji wan hez nakin Pişirîn Ev sedema yekemîn bû.

Wekî din jî, li aliyê din azadiya Linuxê heye. Destûrê dide her tiştî. Nemaze Ubuntu dibêje ku "Divê her mirov komputera xwe bi zimanê xwe bi kar bîne." Jixwe bi ya min wê di pêşerojê de windows wê li hemberê linux û Çavkaniya Azad bihele, biçe. Ji ber vê yekê wergerandina bernameyên Çavkaniya Azad girîngtir e. Pêşeroja teknolojiyê wê di linuxê de be.

Heta beriya salekê haya min ji linuxê tunebû û ez mehkûmê windowsa tirkî bûm. Niha ez di ubuntuyê de him azadiya xwe ya ji lîsansan dûr dijîm him jî bi zimanê xwe bi kar tînim. Bernameyên ku bi peretî ne û destûrê nadin wergera kurdî, mirovan hînî dizehê jî dikin. Lê di nivîsbariyên azad de tiştek wisa tune. Jixwe her tişt bê pere ye. Yanî dinyayek paqij e. Ez gelek kêfxweş im ku îro windows û bernameyên bi lîsans bi kar naynim. Îro ez di komputera xwe de wêneyan çêdikim, mûzîk-vîdyo-fîlm temaşe dikim, guhdar dikim, mîzanpaja kovarê çêdikim, dikevim înternetê, dikevim msnyê, malpersaziyê dikim û lîstokan dilîzîm û hwd. Him jî komputer ne xera dibe ne jî vîrûs dikeve komputerê... Bi ya min ev derfetek e ji bo kurdan. Divê îro kurd berê xwe bidin nivîsbariya azad û van bernmeyan wergerînin. Ji ber ku yên din tu carî nabin "yê me"

Îro windows bêje min were windowsê wergerîne dîsa jî nabêjim na, lê naçim li ber deriyê wê jî nagerim Pişirîn
« Guhertina Dawîn: Mijdar 19, 2008, 10:39:57 Yê şandî: simurg56 » Logged

Ey gerdûna masiyên mezin, min sond xwariye ku nebim masiyê biçûk!
asiruzgar
Endamê Nû
*
Ne girêdayî Ne girêdayî

Hejmara Peyaman: 4


Agahiyên Endamiyê
« Bersiv bide #11 : Mijdar 20, 2008, 07:07:22 »

Wawww Hewal Linu8x Son Sürüm Download e Tu Zani  Hele Ezi Linux a Mızekım Ezi Tekım Linux Bilgisayarax KenêBiDeng
Logged
Bawer
Jr. Member
**
Ne girêdayî Ne girêdayî

Hejmara Peyaman: 72

silav hevalno


Agahiyên Endamiyê WWW
« Bersiv bide #12 : Mijdar 20, 2008, 10:36:33 »

Hevalê Sîmurg min nivîsa te xwend ez gelek kêfxweşbûn jibo şirove û nêrîna te bi rastî jî wisa ye.Windows carê carek bi rêya netê li derê te dide û peyame dişîne.Divê filankes ka vi pelame bipejirîne ka te nivisbarî dizîye an y teye te bi pere standîye.Ger tu bipejirînî ku ya qaçax be jixwe te dişopine û pêşî li te digre.Lê Pergala ubuntu ne wisa ye tu bi her awayî azadî.Linux ê ev azadî hinek kirîye mala windowsê jî:Em dikarin wiha bêjin:Mizolla firefox,Fillezila,openoffice,pidgin û her wekî din nivîsbarîyê Linux ubuntu di Win de tên bikaranîn.Ez jî bawerdikim ku di pêşerojê de Win bê çare bimîne.

Bawer YEKTA

Silav û rêz
Logged

JIBO KU PEYV Û HEVOK SÊWÎ NEMÎNIN DIVÊ EM ZARÊ XWE BINVÎSININ BIPEYVIN BIXWÎNIN
amedcj
Endamê Nû
*
Ne girêdayî Ne girêdayî

Hejmara Peyaman: 4


Agahiyên Endamiyê
« Bersiv bide #13 : Kanûn 02, 2008, 10:48:43 »

pela hevalê sîmurg wergerandiye daxe,
wê pelê li virê tomar bike: "C:\Program Files\aMSN\scripts\lang"
ji virê: "C:\Program Files\aMSN\scripts" pela "langlist" bibîne û tê de
Kod:
<lang>
<langcode>ku</langcode>
<name>Kurdish (Kurdi)</name>
<version>1.0</version>
<encoding>utf-8</encoding>
</lang>
bi cî bike.
aMSNê bigire û veke. Pişirîn aMSN bû kurdî  ÇavQusandin

-tu her hebî sîmurg-
Logged
simurg56
Administrator
Full Member
*****
Ne girêdayî Ne girêdayî

Hejmara Peyaman: 181


Herkes dimire, lê di rastiyê de herkes najî.


Agahiyên Endamiyê
« Bersiv bide #14 : Çile 16, 2009, 03:25:36 »

Na heval, pirsgirêk ne klavye ye. Min klavyeyên kurdî, tirkî û norwecî ceribandin. di her sê klavyeyan de ji tîpên ji yên înglîzî cuda nayên nivîsandin. (jixwe înglîzî dibe lewre tîpên bi kumik û niçik nîn in di înmglîzî de)
Min tcl û tk 8.5 saz kirin. lê pirsgirêk berdewam e.
ez ê jî li foruman binêrim. belkî me çareseriyek dît.
spas

Min îro guhertoya dawîn (0.92.7) a aMSNyê û pakêta tcl8.5 daxist û saz kir niha êdî pirsgirêka tîpên kurdî tune. Yanî tîpên wekî ş,ê,û,ç dikarin bê nivîsandin. Pişirîn
Logged

Ey gerdûna masiyên mezin, min sond xwariye ku nebim masiyê biçûk!
Rûpel: [1]   Here Jor
  Çap Bike  
 
Cihê ku hûn dixwazin herin:  

Bi piştgriya MySQL Bi pitgiriya PHP Powered by SMF 1.1.11 | SMF © 2006-2008, Simple Machines LLC

XHTML 1.0 Derbasdar e! CSS Derbasdar e! Dilber MC Theme by HarzeM