slide

BILA KOMPUTERA WE BI TEMAMÎ BIBE KURDÎ!

Dema hûn Ubuntuyê li ser komputera xwe saz dikin, komputera we bi temamî dibe kurdî. Bernameyên offisê, temaşekirina fîlman, guhdarkirina mûzîkê, têketina înternet û MSNyê tim dibin kurdî. Klavyeya we jî dibe Kurdî û bi vî awayî nivîsandina Kurdî gellek hêsan e. Ji bo nivîsandina tîpa “ê” ne hewce ye ku hûn xwe biêşînin. Bi pêlêkirina yek bişkojkê hûn dikarin tîpên kurdî yên weke “ê, û, î, x, w” binivîsin. Ev yek ji bo kurdan azadiyeke mezin e. Ubuntu alternatîfeke...

Zêdetir Bixwîne...

slide

Windowsa xwe bikin Kurdî

Beriya niha demekê çalakiyeke îmzayê hatibû destpêkirin ji bo ku Microsoft destûrê bide wergerandina windowsê ji bo kurdî. Lê mixabin microsoftê guhê xwe da dewletên serdest û dagirker û bersiv neda banga gelê kurd. Ya rastî tu kes ji me muhtacê windowsê ye, hûn dikarin komputera xwe bi Linuxê bi temamî bi kurdî bi kar bînin. Me di nivîseke din de jixwe qala Ubuntu / Linuxê kiribû. Niha mijara me ne ev e. Niha em ê qala kurdîkirina windowsê bikin. Me...

Zêdetir Bixwîne...

slide

Mizgînî; DVDyên fîlmên kurdî li benda te ne!

Weke hûn dizanin heta îro ji aliyê bikarhênerên malpera wergerine.comê ve hinek fîlm li kurdî hatin wergerandin. Îro di malperê me de binnivîsên 12 fîlman tên weşandin. Lê gelek bikarhênerên me ji min dipirsin ku ka wê fîlman çawa peyda bikin ku temaşe bikin. Ji bo van bikarhênerên me em ê êdî DVDyên fîlman bişînin. Hûn çawa dikarin DVDyan bistînin? 1) Ji malpera me hîn bibin ku heta niha çend fîlm hatine wergerandin û ji nav van fîlman...

Zêdetir Bixwîne...

Wergera kurdî ya LimeWire qediya..!

limewireSilav hevalên hêja, Îro min ji we re nûçeyek din ya xêrê anî: Min bernameya daxistinê ya popûler LimeWire'ê wergerand kurdî. Niha LimeWire %98 bi kurdî ye. Dema guhertoya nû ya LimeWire'ê derket hûn ê bikarin LimeWire'ê bi kurdî bi kar bînin. Mixabin heta guhertoya nû derket em nikarin bi kurdî bi kar bînin. LimeWire bernameyeke belaş e û bi çavkaniya vekirî ye. Bi LimeWire'ê mirov dikare bêyî ku bibe endam, li mûzîkan, fîlman, rêzefîlman û her tiştên din bigere, bibîne û daxe.

Malpera fermî ya malperê: http://www.limewire.com/

Ser xêrê be.   Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be

 
JDownloader êdî bi kurdî ye..!

jdownloader_logoSilav hevalên hêja min bernameya JDownloader jî wergerandi kurdî. Min bernameyê li kurdî wergerand û ji malpera wê ya fermî re şand. Bi qasê me bi pêşdebirên bernameyê re xeber da, wê wergera kurdî di guhertoya pêş de were weşandin.

Derbarê bernameyê de: JDownloader bernameyek belaş bi çavkaniya azad e. Dikare li ser windows, linux û OSXê were sazkirin û bikaranîn. JDownloader an jî bi kurtahî JD bernameya daxistinê ye. Bi JDyê hûn diakarin gelek lînkên rapidshare'ê bi hev re daxin. Ger hesabê we yê rapidshare'ê a premîum hebe jixwe hemû lînkan li dû an jî bi hev re dadixe. Lê tişta ku JD dike bêalternatîf ew e ku ger hesabê we ya biperetî tune be jî JD lînkên daxistinê dîsa dike lîste û yek bi yek dadixe, dema daxistina yekemîn qediya ew bixwe modema we reset dike û ya duyemîn dadixe. Her wiha

Zêdetir bixwîne...
 
Saleke nû, navrûyeke nû!
Berî her tiştî sersala we careke din pîroz be. Bi hatina sala nû min jî navrûya malperê guhert û bi qasê ji destê min hat, xweşiktir kir.  Ez bawer im ev navrûya nû ya malperê hinek din kêrhatî ye û hêsantir e jî. Mirov bêtir dizane çi li ku ye. Û ji aliyê din ve jî bi nûçeyên li jor ên ku dişemitin û bi menûyên li serî ku ber bi jêr vedibin, "xuyaniyeke modern" jî li malperê zêde bû. Min vê navrûya nû ji vê malperê stand û li gorî xwe li ser wê hinek guhertinan çêkir. Tabî pergala malperê nehat guhertin yanî hê jî malper bi joomla'yê dixebite. Ku kesek bixwaze dikarim vê navrûya xwe ya taybetkirî parve bikim. Hêvî dikim hûn jê hez bikin. Nûbûn herdemî baştir e, an? Smile
 
Winff, Imagination û Awn li kurdî hat wergerandin.
winffMin îro van sê bernameyan li kurdî wergerandin. Min Awn'yê li ser launchpad.netê wergerand. Min herdu bernameyên din jî rasterast ji pelên wan ên zimên wergerandin. Bi çêkerên bernameyên Winff û Imagination re ketim têkiliyê û min ji wan re pelên zimên ên kurdî şandin. Gotin wê di guhertoya nû de kurdî jî were weşandin. Wergera Awn'yê jî pêwist e jixweber têkeve nav wergerên fermî.
Dermafê bernameyan de:
Winff
Bi bernameya winff'ê hûn dikarin formata hemû pelên multimedyayê li hev biherînin. Weke mînak hûn dikarin formata pelan ên weke mp3, dicx, wma, ogg, mp4 û hwd. li hev û din biguherînin. Ev bername di windows û ubutnu/linuxê de dikare were
Zêdetir bixwîne...
 
Fîlma "The Sixth Sense" bi we re ye.

sixth-senseFîlma navdar The Sixth Sense (Seheka Şeşemîn-Hîsa Şeşemîn) êdî bi kurdî bi we re ye. Binnivîsa fîlmê ji aliyê Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be ve li kurdî hat wergerandin.

Agahiyên fîlmê:

Derhêner:  M. Night Shyamalan

Cure: Drama, mîstîk, tirs

Welat: DYA

Zimanê resen: Îngîlîzî

Dirêjahî: 107 xulek

Lîstikvan: Bruce Willis, Haley Joel Osment, Toni Collette, Olivia Williams, Donnie Wahlberg û hwd.

Puana IMDByê: 8.2/10

Hûn dikarin binnivîsa fîlmê ji beşa fîlman a malpera me daxin.

Zêdetir bixwîne...
 
Wergera wordpressê bû fermî

wordpress_logoBeriya demekê me nivîsbariya sazkirina malper û blogan wordpressê wergerandibû kurdî. Êdî ev wergera me li malpera wordpressê ya fermî jî tê belavkirin. Li rûpela zimanan a wordpressê kurdî jî bi du zaraveyên xwe soranî û kurmancî cî digire.

Rûpela wordpressê ya fermî li vir e: wordpress.org

Bi wordpressê hûn dikarin malper û blogên xweşik saz bikin. Weke mînak bloga me bi wordpressê hatiye sazkirin.

Derbarê kurdîkirina wordpressê de ji foruma malpera me alîkarî dikare were standin.

 
Kehanet
kehanetFîlma Knowing (Kehanet) ji aliyê azadixwaz ve li Kurdî hat wergerandin.

Navê fîlmê: Knowing (Kehanet)
Derhêner: Alex Proyas
Senaryo: Ryne Douglas Pearson, Juliet Snowden, Stiles White
Muzîk: Marco Beltrami
Sal: 2009
Welat: Awistralya
Dirêjahî: 121 xulek
Cure: Aksiyon, dram, xeyalî zanistî, tirs
Puanê IMDByê: 7.0/10
Wergera li Kurdî: Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be
Hûn dikarin binnivîsa fîlmê ji beşa me ya daxistinan daxin.
 
Ji bo gerîlayan 5 stranên Loreena Mckennitt
loreena-mckennittWextekê min di malperekê xwendibû ku di nava gerîllayên HPGyê de weke hunermendê biyanî herî zêde li Loreena Mckennitt tê guhdarkirin. Loma min xwest j bo wan çend stranên Loreena'yê wergerînim kurdî. Min stranên  Loreena Mckennitt'ê yên The Mummers Dance, Night Ride Across The Caucasus, The mystic's dream, Lullaby û All Souls Night wergerandin kurdî. Hêvî dikim ev xebata min a biçûk bigihe ber destê wan û li rûyê wan ji bo bîskekê be jî kenek peyda bike Smile (Hûn dikarin stranan li beşa stranan bixwînin.)
 
WordPress êdî bi kurdî ye jî!

wordpress_logoBernameya populer a sazkirina malperan WordPress dawiya dawîn bi kurdî ye.

WordPress yek ji Pergalên Rêveberiya Naverokê (CMS) yên herî populer e. Yanî yek ji bernameyên herî populer a malpersaziyê ye. Bi WordPressê hûn dikarin bi hêsanî malperan an jî blogan saz bikin. WordPress serkeftî û populer e ji ber ku him bi Çavkaniya Azad e û him jî bêpere ye. WordPress bi hêz e, ji ber ku bi milyonan bikarhênerên WordPressê bi dirb û pêvekên xwe alîkariyê didin projeyê.

Zêdetir bixwîne...
 
Format Factory hat wergerandin!

Format FactoryFormat Factory ji aliyê wergêrê me simurg56 ve hat kurdîkirin.

Bernameya Format Factory weke ku ji navê wê jê tê fêhmkirin, bernameya ji bo guhertina formata pelan e.
Mînak ya vîdyoyan, dengan an jî wêneyan...
Bername bi temamî bê pere ye. Lê mixabin tenê ji bo windowsê ye.
Lê dîsa jî mirov dikare bi alîkariya wine li ser linuxê jî bi kar bîne.Hûn dikarin pela zimên a ji bo kurdî ji malpera me daxin û li gor rêbaza li foruma me, bernameyê bikin kurdî.
Min wergera wê ji malpera wê ya fermî re şand û gotin wê di guhertoya nû de kurdî jî lê bê zêdekirin.
Heta wê demê hûn dikarin bi destî wergera me lê zêde bikin.

 

 

Zêdetir bixwîne...
 
5 stranên nû.
Ji Reamonn, The Only Ones
Ji James Blunt, Same Mistake
Ji Coldplay, Life in Technicolor û The Scientist
Ji Travis, The Cage
Hûn dikarin wergerên van stranan di beşa stranan de bibînin.
 
<< Destpêkirin < Paş 1 2 3 4 Pêş > Dawîn >>

JPAGE_CURRENT_OF_TOTAL