slide

Kendini hacker sanan namussuz lamer'lere

Sitemizi hacklediklerini sanan ancak index atmaktan başka bir icraat gösteremeyen zeka fakirlerine mesajımız nettir: Kürdistan faşizme mezar olacak. (Oldu ve oluyor da netekim!) Bikarhênerên me yên hêja ev du-sê car in ku malpera me rastî êrîşên nijadperest yên namert tên. Ev êrîşên ku ya rast ne karê mêran in nikare daxwaza me ya xizmeta ji bo ziman û çanda me, bişikîne an jî rawestîne. Malpera me wê herdem bi awayekê xwe bigihîne we bikarhênerên kurdîhez......

Zêdetir Bixwîne...

slide

Bi firefoxê bi kurdî bikeve înternetê

Firefox alternatîfa Internet Explorerê ye lê him ji wê gelek gelek çêtir e him jî bi kurdî ye! Firefoxa kurdî ji vir belaş daxe ser komputera xwe:   http://ku.www.mozilla.com/ku...

Zêdetir Bixwîne...

slide

SMPlayer: Programa temaşekirinê ya kurdî

Bi vê programa kurdî bi hêsanî li fîlman, vidyoyan û stranan guhdar bikin. SMPlayer dikare her tiştî lê bide; mp3, avi, divx, mov, wmv, mp4. mpeg û hwd. Ev bername jî him belaş e him bi kurdî ye. Ji malpera wê ya fermî programê daxin, saz bikin û ji menûyê kurdî hilbijêrin: http://smplayer.sourceforge.net/...

Zêdetir Bixwîne...

slide

BILA KOMPUTERA WE BI TEMAMÎ BIBE KURDÎ!

Dema hûn Ubuntuyê li ser komputera xwe saz dikin, komputera we bi temamî dibe kurdî. Bernameyên offisê, temaşekirina fîlman, guhdarkirina mûzîkê, têketina înternet û MSNyê tim dibin kurdî. Klavyeya we jî dibe Kurdî û bi vî awayî nivîsandina Kurdî gellek hêsan e. Ji bo nivîsandina tîpa “ê” ne hewce ye ku hûn xwe biêşînin. Bi pêlêkirina yek bişkojkê hûn dikarin tîpên kurdî yên weke “ê, û, î, x, w” binivîsin. Ev yek ji bo kurdan azadiyeke mezin e. Ubuntu alternatîfeke...

Zêdetir Bixwîne...

Fîlma Jodaeiye Nader az Simin bû kurdî..!

Jodaeiye Nader az Simin afisFîlma bi navê Jodaeiye Nader az Simin (A Separation) êdî bi kurdî ye. Fîlm ji aliyê wergêrê me Zekerya Malîava ( Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be ) ve li kurdî hat wergerandin.

Hûn dikarin binnivîsa kurdî ya fîlmê ji beşa me ya binnivîsan daxin: Beşa me ya binnivîsan: http://wergerine.com/binnivis

 


Derhêner: Asghar Farhadi

Nivîskar: Asghar Farhadi

Welat: Îran

Ziman: Farisî

Sal: 2011

Cure: Dram

Dirêjahî:  123 deqe

Puanê IMDByê: 8.6

 

 

Zêdetir bixwîne...
 
turkcekurtcesozluk.com vebû..!!!

ferheng_nuÊdî ferhenga me xwediyê malpereke xweser e! Weke hûn zanîn ev nêzikî salek e ku ferhengên me yên kurdî weşane dikirin. Heta niha ferhengên me girêdayî wergerine.com'ê bûn û navnîşana wê jî wergerine.com/ferheng bû. Her çiqas ferhengên me gelekî pêşketî û fireh bûn jî di lêgerîna google'ê de mixabin di rêzên gelekî paş de derdiket. Ji ber vê û ji bo ku rêvebirina wê jî hêsantir be, me ji bo ferhengan malpereke nû û xweser vekir: www.turkcekurtcesozluk.com

 

Bi vekirina malperê me hinekî guhertin û nûkirinan jî çêkir:

1-Me ferhenga kurdî-îngîlîzî (ji kurdî werdigerîne îngîlîzî) û ferhena îngîlîzî-tirkî(ji îngîlîzî werdigerîne tirkî) li ferhengên xwe zêde kirin. Weke hûn dizanin ferhenga me ya îngîlîzî-kurdî înternetê de yê herî mezin e lê dîsa jî kêm e, ji bo vê yekê me ferhenga îngîlîzî-kurdî weşand ku hûn bikarin bi riya vê ferhengê û ferhenga tirkî-kurdî, xwe baştir bigihînin wateyên peyvên îngîlîzî. Heta ferhenga me ya îngîlîzî-kurdî temam bû em ê vê ferhenga tirkî ji weşanê rakin.

 

2-Me hinek reklaman li malperên xwe zêde kirin, ji ber ku lêçûnên(mesref) malperan hinekî zêde bûn, ku bala we bikişîne ger hûn li van reklaman bitikînin belkî lêçûnên malperan derkeve.

 

3-Me navrûya ferhengê guhert û sadetir kir.

 

4-Navrûya malperê êdî bi sê-zimanî ye, hûn dikarin malpera ferhengê bi îngîlîzî, kurdî an jî bi tirkî bi kar bînin.

 

Em hêvî dikin xebata me ya nû kêmasiyek temam bike û hûn jê hez bikin.

 
60 karîkatûrên nû bûn kurdî

21 heb aliyê XENDEKÎ ( Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be ) ve û 39 heb jî ji aliyê Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be ve, bi giştî 60 karîkatûrên nû bûn kurdî. Bi lêzêdekirina van re, malpera me de niha 200 karîkatûrên kurdî ji bo we amade ye.

Hûn dikarin karîkatûran ji beşa me ya karîkatûran bibînin.

Rûpela me ya karîkatûran di bin menûya "weke din" e: malper>weke din>karîkatûr an jî herin vir: http://wergerine.com/karikatur

 
15 karîkatûrên nû hatin wergerandin

15 karîkatûrên nû ji aliyê XENDEKÎ ( Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be ) ve ki kurdî hat wergerandin. Hevalê cudi bû wergêrê me yê nû.

Hûn dikarin karîkatûran ji beşa me ya karîkatûran bibînin.

Rûpela me ya karîkatûran di bin menûya "weke din" e: malper>weke din>karîkatûr an jî herin vir: http://wergerine.com/karikatur

Bi van karîkatûran hejmara karîkatûrên ku me li kurdî wergerandiye bû 140.

 
Malpera me dîsa vebû / Sitemiz yeniden sizinle

ikona_serkeftineWeke hûn dizanin ev çend roj in ku malpera me têk çûbû. Sedema vê yekê jî êrîşek nijadperest bû. Hinek bênamûsan êrîşî malpera me kiribûn û bi awayekî hêsan wê ji weşanê rakiribûn. Ya rastî ev ne êrîşeke mezin bû, lê ji ber ku jixwe tam wê navberê de me problemeke teknîkî hebû, rastkirina malperê hinekî dirêj bû. Lê dawiya dawîn vaye em dîsa bi we re ne, em ê her tim jî bi we re bin :)

 


 

Bildiğiniz gibi birkaç gündür sitemize ulaşılamıyordu. Bunun nedeni ise ırkçı bir saldırı idi. Bazı namussuzlar sitemize bir saldırı düzenlemiş ve basitçe bazı dosyalarımızı kurcalayarak siteye erişimi engellemişlerdi. Aslında çözülmesi çok kolay olan bu sorun çözümü, tam da o günlerde başka bir teknik sorunumuz olduğundan biraz zaman aldı. Ama gördüğünüz gibi sitemiz eksiksiz olarak yine sizinle, her zaman da sizinle olacak :)

 
WinZip jî bû kurdî...!!!

Bernameya WinZip winzip_ikon ji aliyê Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be ve li kurdî hat wergerandin. Jixwe herkes WinZipê nas dike. Ji bo arşîvkirin û şîfrekirina pelan yek ji bernameyên herî baş e. Piştî WinRarê êdî WinZip jî bû kurdî. Bernameyê ji malpera wê an jî ji derekî din daxin û saz bikin. Paşê ji malpera me wergera wê ya kurdî daxin û li rêbaza tê de dinivîse bi hêsanî bikin kurdî. (Wêneyekî kurdî ya bernameyê li jêr e)

Rûpela me ya daxistinê: http://wergerine.com/daxistin

Malpera fermî ya bernameyê: http://www.winzip.com

 

Zêdetir bixwîne...
 
Bernameya XnView bû kurdî
XnView_ikonBernameya XnView ji aliyê Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be ve li kurdî hat wergerandin. XnView bernameya nîşandera wêneyan e. Yanî ev bername resmên ser kompîtûra we nîşan dide. Her wiha gelek taybetiyên wê yên dîtir hene, weke mînak: piştgirî dide nêzikî 400 cureyên pelên wêneyan, tomarkirina nêzîkî di 50 formatan de, guhertina mezinahiyê, ratskirina ronahî biriqînê, fîltre û efektan lê sepandin, ji wêneyan rûpela înternetê çêkirin, slaytan çêkirin, wêneya ekranê kişandin û hwd. Bername belaş e û dikare ji malpera wê ya fermî were daxistin. Piştî we daxist û saz kir ji rûpela me ya daxistinê wergera wê ya kurdî daxin û li gorî rêbaza tê de dinivîse, bernameyê bikin kurdî. (Wêneyek kurdî ya bernameyê li jêr e)

Rûpela me ya daxistinê: http://wergerine.com/daxistin

Malpera fermî ya bernameyê: http://www.xnview.com


Zêdetir bixwîne...
 
7-ZIP SFX Maker bû kurdî

7-Zip_SFX_Maker_ikonBernameya 7-ZIP SFX Maker ji aliyê Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be ve li kurdî hat wergerandin. Ev bername belaş e û ji bo wîndowsê ye. Ev bername arşîvên ku we bi 7-Zip amade kiriye, vediguherîne pakêtên SFX (û .exe) ku jixweber saz dibin. Ev taybetî jixwe bi bernameyên winrar û winzipê tê, ji bo 7-Zip'ê ev bername divê cuda were sazkirin. Weke din dikare îkona arşîvan biguherîne, kurterêyan çêke, dîalogên çewtî û hişyariyan çêke, piştî sazkirinê arşîvê jixweber jê bibe û hwd. Hûn dikarin bernameyê ji malpera me daxin. Dema we daxist hema bidin xebitandin û zimanê kurdî hilbijêrin

(Wêneyek kurdî ya bernameyê li jêr e)

Rûpela me ya daxistinê: http://wergerine.com/daxistin

Malpera fermî ya bernameyê: http://sourceforge.net/projects/sfx-maker/

Zêdetir bixwîne...
 
Registry Mechanic bû kurdî

Registry_Mechanic_ikon_kurdishBernameya Registry Mechanic ji aliyê Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be ve li kurdî hat wergerandin. Taybetiyên bernameyê: Çewtiyên deftera qeydan de tespît dike û bi sererastkirina van sîstema we diparêze û saxlem dike. Bermayiyên bernameyên ku hatine rakirin ji vê defterê paqij dike. Ji sîstema we pelên .dll yên beredayî paqij dike. Bernameyên ku hûn nikarin ji destpêka kompîtûrê rakin, radike.  Kurtrêyên beredayî yên li sermaseyê û derên din jê dibe û hwd. Hûh dikarin bernameyê ji malpera wê ya fermî daxin û paşê wergera wê ji rûpela me ya daxistinan daxin û bernameyê bikin kurdî. (Wêneyeke kurdî ya bernameyê li jêr e)

 

Rûpela me ya daxistinê: http://wergerine.com/daxistin

Malpera fermî ya bernameyê: http://www.pctools.com

 

Zêdetir bixwîne...
 
Wergera GOM Playerê hat nûkirin!

gomplayer_ikonBernameya populer ya lêdana fîlm û pelên dengan GOM player berî demeke dirêj ji aliyê Mahabad ( Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be ) ve hatibû wergerandin. Niha bi derketina versiyona nû ya GOM Playerê, wergera bernameyê jî hat nûkirin. Hûn dikarin wergera nû jî dîsa ji beşa me ya daxistinan bistînin.

 

Rûpela me ya daxistinê: http://wergerine.com/daxistin

Malpera fermî ya GOM playerê: http://www.gomlab.com

 
Avira UnErase Personal bû kurdî

Avira_UnErase_Personal_pesditin_kurdishBernameya Avira UnErase Personal ji aliyê Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be ve li kurdî hat wergerandin. Bi vê bernameyê hûn dikarin pelên ku we bi xeletî jê birine, şûnde bînin yanî xelas bikin. Bername piştgirî dide pergalên sîstemê yên FAT16, FAT32, NTFS4, NTFS5. Hûn dikarin bernameyê ji malpera me daxin. Dema we daxist hûn tê de wergera kurdî û rêbaza kurdîkirinê jî bibînin


Malpera fermî ya bernameyê:http://www.avira.com/

Rûpela daxistinê ya malpera me: http://www.wergerine.com/daxistin

 
Fîlma Apocalypto bû kurdî..!

Apocalypto_afisFîlma bi navê Apocalypto êdî bi kurdî ye. Fîlm ji aliyê wergêrê me Rauf Erdem ( Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be ) ve li kurdî hat wergerandin.

Hûn dikarin binnivîsa kurdî ya fîlmê ji beşa me ya binnivîsan daxin: Beşa me ya binnivîsan: http://wergerine.com/binnivis

 


Derhêner: Mel Gibson

Nivîskar:Mel Gibson, Farhad Safinia

Welat: Amerîka (DYA)

Ziman:  Zimanê Maya'yan

Sal: 2006

Cure: Aksiyon, macera, dram

Dirêjahî:  139 deqe

Puanê IMDByê: 7.9

 

 

Zêdetir bixwîne...
 
Altysoft Video Converter bû kurdî

altysoft_free_video_converterBernameya Altysoft Video Converter ji aliyê Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be ve li kurdî hat wergerandin. Navê bernameyê jixwe li ser e, bername her cure pelên media li hev diguherîne, yanî formata wan diguherîne. Bername belaş e û ji bo windowsê ye. Hinek formatên ku piştgirî dide: mp4, wmv, 3gp, mpeg1, mpeg2, mp3, VCD, SVD, DVD. Her wiha kerê rip-kirina DVDyan jî dike û li van formatên li jor diguherîne. Bernameyê ji malpera wê daxin û sazkin, paşê ji malpera me pelên zimên ji bo kurdî daxin, jixwe di nava vê pelê de kurdîkirinê nîşan dide.

Malpera fermî ya bernameyê:http://www.altysoft.com/free-video-converter.html

Rûpela daxistinê ya malpera me: http://www.wergerine.com/daxistin

 
Youtube Jacker 7 bû kurdî

youtube_jackerBernameya Youtube Jacker ji aliyê Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be ve li kurdî hat wergerandin. Ev bername IPyên youtube'ê li pela Hosts ya kompîtûra we zêde dike û bi vî awayî hûn dikarin bikevin youtube'yê û gelek malperên din yên qedexe. Her çiqas niha li tirkiyeyê youtube azad be jî heye ku di pêşerojê de dîsa were qedexekirin.
Bername hatiye kurdîkirin, tenê lê cot bitikin û hew!

Rûpela daxistinê ya malpera me: http://www.wergerine.com/daxistin

 
ZIP Password Recovery Magic bû kurdî

zip_password_boxBernameya ZIP Password Recovery Magic jî niha bi kurdî ye. Bername ji aliyê Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be ve li kurdî hat wergerandin. Bi vê bernameyê, dema şîfreya we ya arşîva .zip wenda bû, hûn dikarin şîfreya xwe rizgar bikin û xwe bigihînin pelên xwe yên girîng. Kurdîkirin: Bernameyê daxin û saz bikin. Paşê ji rûpela me ya daxistinan pela zimên ya kurdî daxin û pela jê derket bavêjin ser C:\Program Files/Zip Password Recovery Magic/Lang/ Paşê jî ji menûya bernameyê zimanê kurdî hilbijêrin.

Malpera fermî ya bernameyê: http://www.password-recovery-magic.com

Rûpela daxistinê ya malpera me: http://www.wergerine.com/daxistin

 
<< Destpêkirin < Paş 1 2 3 4 5 6 7 8 Pêş > Dawîn >>

JPAGE_CURRENT_OF_TOTAL