slide

Bi firefoxê bi kurdî bikeve înternetê

Firefox alternatîfa Internet Explorerê ye lê him ji wê gelek gelek çêtir e him jî bi kurdî ye! Firefoxa kurdî ji vir belaş daxe ser komputera xwe:   http://ku.www.mozilla.com/ku...

Zêdetir Bixwîne...

slide

SMPlayer: Programa temaşekirinê ya kurdî

Bi vê programa kurdî bi hêsanî li fîlman, vidyoyan û stranan guhdar bikin. SMPlayer dikare her tiştî lê bide; mp3, avi, divx, mov, wmv, mp4. mpeg û hwd. Ev bername jî him belaş e him bi kurdî ye. Ji malpera wê ya fermî programê daxin, saz bikin û ji menûyê kurdî hilbijêrin: http://smplayer.sourceforge.net/...

Zêdetir Bixwîne...

slide

BILA KOMPUTERA WE BI TEMAMÎ BIBE KURDÎ!

Dema hûn Ubuntuyê li ser komputera xwe saz dikin, komputera we bi temamî dibe kurdî. Bernameyên offisê, temaşekirina fîlman, guhdarkirina mûzîkê, têketina înternet û MSNyê tim dibin kurdî. Klavyeya we jî dibe Kurdî û bi vî awayî nivîsandina Kurdî gellek hêsan e. Ji bo nivîsandina tîpa “ê” ne hewce ye ku hûn xwe biêşînin. Bi pêlêkirina yek bişkojkê hûn dikarin tîpên kurdî yên weke “ê, û, î, x, w” binivîsin. Ev yek ji bo kurdan azadiyeke mezin e. Ubuntu alternatîfeke...

Zêdetir Bixwîne...

slide

Windowsa xwe bikin Kurdî

Beriya niha demekê çalakiyeke îmzayê hatibû destpêkirin ji bo ku Microsoft destûrê bide wergerandina windowsê ji bo kurdî. Lê mixabin microsoftê guhê xwe da dewletên serdest û dagirker û bersiv neda banga gelê kurd. Ya rastî tu kes ji me muhtacê windowsê ye, hûn dikarin komputera xwe bi Linuxê bi temamî bi kurdî bi kar bînin. Me di nivîseke din de jixwe qala Ubuntu / Linuxê kiribû. Niha mijara me ne ev e. Niha em ê qala kurdîkirina windowsê bikin. Me...

Zêdetir Bixwîne...

Phun; Listikek nû li kurdî hat wergerandin.

Phun niha bi kurdî ye, lîstik ji aliyê wergêrê me simurg56 ve li kurdî hat wergerandin. Phun lîstikeke ji bo zarokan(her wiha mezinan) e. Di lîstokê de hûn dikarin bi materyalên cur be cur, şiklên nû çêkin, wan parçeyan li hev bixin û parçe bikin, bi zincîran bi hev e girê bidin, bi motorekê bikin mîna makîneyek û hwd.
Di lîstokê de zagonên fîzîkê hatine parastin lê hûn dikarin van zagonan jî biguherînin. Lîstik bi rastî gelek şêrîn e.
Ez bawer im hûn ê hemû jî jê hez bikin. Phun dikare him li ser windowsê him jî li ser linux û mac'ê were lîstin.

Min wergerê ji malpera wê ya fermî re şand. Heta ku weke fermî bi kurdî jî hat weşandin, hûn dikarin bi rêbaza li jêr lîstikê bi kurdî bilîzin.

Zêdetir bixwîne...
 
"I am Legend" hat wergerandin (Fîlm)

altFîlma "I am Legend" niha bi Kurdî ye. Fîlm ji aliyê simurg56 ve hat wergerandin: wergêr: Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be


Agahiyên Fîlmê;
Sal: 2007
Derhêner: Francis Lawrence
Nivîskar; Mark Protosevich û Akiva Goldsman
Cure: Aksiyon, Tirs, Xeyalî Zanistî
Welat: DYA, Avustralya
Dirêjahî; 101 xulek
Stranê fîlmê; Three Little Birds
Zimanê Resen: Îngîlîzî
Puanê IMDByê; 7.1

 

Zêdetir bixwîne...
 
Subtitle Workshop Bû Kurdî
          Bernameya binnivîsan Subtitle Workshop ji aliyê wergêrê me Argistî ve li kurdî hat wergerandin. Bi bernameyê hûn dikarin li ser binnivîsan guhertinan çêkin. Weke mînak hûn dikarin binnivîsan bikin parçe an jî parçeyan bikin yek, binnivîsan wergerînin, li ser dema wan bilîzîn ango senkronîzasyona wan çêkin. Bername wê di demeke nêz de weke fermî were weşandin. Hûn dikarin di derbarê sazkirina wê û kurdîkirina wê li foruma me agahiyan bibînin her wiha hûn dikarin pela zimên a bernameyê jî ji beşa me ya daxistinan daxin.
 
5 stranên Alanis Morissette li kurdî hatin wergerandin
Stranên ku hatine wergerandin ev in;
Ironic-Îronîk
I'm A Bitch, I'm A Lover-Ez Qehpikek im Ez Hezkiriyek im
You Learn-Tu Hîn Dibî
Hand In My Pocket-Destê Min Di Berika Min De
What If God Was One Of Us
-Ger Xwedê Yek Ji Me Bûba

Hûn dikarin li beşa me ya "stran" kurdiya van stranan bixwînin.
 
"Transporter 3" hat wergerandin (Fîlm)

alt

Fîlma "Transporter 3" ji aliyê wergêrê me yê nû "Argiştî" ve hat wergerandin.


Agahiyên Fîlmê;
Sal: 2008
Derhêner: Olivier Megaton
Nivîskar; Luc Besson û Robert Mark Kamen
Cure: Aksiyon, Sucdarî
Welat: Fransa
Dirêjahî; 104 xulek
Stranê Fîlmê; Trans Boulogne Express
Wergera li kurdî: Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be
Puanê IMDByê; 5.9

Zêdetir bixwîne...
 
4 stranên nû yên The Cranberries

alt4 stranên nû yên The Cranberries hatin wergerandin û li beşa strana hate zêdekirin.

Stranên nû ev in; Cordell, Delilah, linger, Dying in the Sun
Ji bo xwendina stranan li vir bitikin

 
Wall-E Fîlma Anîmasyonê niha bi Kurdî ye!
altWall-E filmeke anîmasyon e. Lê ev nayê wê wateyê ku ji bo zarokan e. Na, bêguman ji zarokan gelek zêdetir ji aliyê mezinan ve hatiye temaşekirin. Lehengê fîlmê robotekî biçûk e ku piştî goça mirovan a ji dinyayê li dinayayê maye û ev 700 sal in li dinyayê tenê ye. Tişteke ne-zindî, yanî robotekî ji tenekeyan hatî çêkirin encax dikare evqas şêrîn be. Fîlmê di sala 2009an de, yanî îsal xelata Oscarê a "Fîlma herî baş a anîmasyonê" stand.
Wergêr; Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be Hûn dikarin binnivîsa fîlmê ji beşa me ya fîlman daxin.
Derhêner; Andrew Stanton
Nivîskar; Andrew Stanton, Pete Docter
Cure; Anîmasyon, komedî, malbat
Puanê IMDByê; 8.6 / 10
Welat; DYA
Ziman; Îngîlîzî



Zêdetir bixwîne...
 
Slumdog-Millionaire Oscarê stand û niha Kurdî ye.
altFîlmê di merasîma 81. a Oscarê de 8 xelat stand. bi ya min heq jî kiribû. Oscar duh bi şev bû. Û piştî oscarê min xwest ku gelê me jî fîlmê bi zimanê xwe temaşe bike. Loma min lezand û îro fîlmê bi temamî wergerand. Hêvî dikim hûn jê hez bikin...
Hûn dikarin ji beşa me ya fîlman binnivîsa kurdî daxin. wergêr: Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be

Derhêner; Danny Boyle û alîkar Loveleen Tandan
Nivîskar; Simon Beaufoy û Vikas Swarup
Cure; Drama, Romantîk
Dirêjahî; 120 xulek
Ziman: Îngîlîzî û Hîndî
Welat; Îngîlîstan
Sal; 2008
Puanê IMDByê; 8.7 / 10

Zêdetir bixwîne...
 
5 Stranên Nû

Wergera 5 stranên din li beşa stranan hat zêdekirin;
Ji The Cranberries
-The Rebels (Serhildêr)
Ji Coldplay;
-Fix You (Te sax bikim) -Lost (Wenda) -Violet Hill (Gêra Xemrî)
Ji R.E.M;
-Losing My Religion (Baweriya xwe wenda dikim)

Zêdetir bixwîne...
 
Fîlma "Pathology" [2008]
altFîlma "Pathology" ji aliyê wergêrê me azadixwaz ve hat wergerandin.
Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be

Derhêner;Marc Schoelermann
Nivîskar; Mark Neveldine, Brian Taylor
Sal;2008
Cure; Tirs, Şîdet, Tawan
Dirêjahî; 95 Çirke
Zimanê Resen; English
Welat; Amerîka
Puanê IMDByê; 5.8/10

Zêdetir bixwîne...
 
Fîlma Leon-The professional

altFîlmê Leon-The professional li kurdî hat wergerandin. Lehengê fîlmê Leon li Amerîkayê dijî û xwe wekî "Paqijker" dide nasîn. Paqijkerê mirovan! Debara xwe bi kuştin û suîkastan dike. Wekî ji navê fîlmê jî tê fêhmkirin, Leon kesek profesyonel e, bi tena serê xwe dixebite û di karê xwe de cîdî ye. Lê di deqeyên pêş de mirov rastî şopên sedema tenêbûna wî tê. Leon keçikek biçûk nas dike û jiyana wî ya li ser kuştinan dîsa bi gotina wî "Bi temamî diguhere" Fîlm digel dîmenên aksiyonê her wiha çîroka evînek cuda ye jî. wergêr: Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be


Derhêner; Luc Besson
Nivîskar; Luc Besson
Sal; 1994
Welat; Fransa
Ziman; Îngîlîzî
Puanê IMDByê: 8.6

Dirêjahî: 110 deqe

 

 

Zêdetir bixwîne...
 
The.Children.of.Heaven (Zarokên Bihustê)

altFîlma The.Children.of.Heaven (Zarokên Bihuştê) li kurdî hat wergerandin.
Wergera li Kurdî ji aliyê Zekerya Malîava hat çêkirin.


Navê orjînal; Bacheha-Ye aseman
Sal: 1997
Derhêner; Majid Majidi
Nivîskar; Majid Majidi
Cure; Komedî, Drama
Dem; 89 Xulek (Deqe)
Welat; Îran
Zimanê Fîlmê; Farisî

 

 

 

Zêdetir bixwîne...
 
aMSN bû kurdî!
altMSN niha bi kurdî ye. Wergera aMSNyê qediya û ji malpera wê ya fermî re hat şandin. Wê di demên pêş de wekî fermî jî bê weşandin. Heta wê demê hûn dikarin rêbaza kurdîkirina wê ji foruma me hîn bibin û pirs û ramamnên xwe bibêjin.
(jêrenot :êdî bername jixwe bi kurdî tê, kurdîkirin ne pêwist e. Raste rast ji malpera wê daxin û bi kurdî bi kar bînin. o9.o9.2009)
Malpera wê ya fermî: http://www.amsn-project.net/
Zêdetir bixwîne...
 
Fîlma [Rec]-2007 nîha kurdî ye!

altWergera fîlma [Rec] qediya. Piştî wergerên çend fîlmên din, niha cara yekemîn fîlmeka tirsê jî li kurdî hat wergerandin.
Hûn dikarin binnivîsa fîlmê ji beşa binnivîsan daxin. wergêr: Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be



Derhêner: Jaume Balagueró û Paco Plaza

 

Nivîskar: Jaume Balagueró û Luis Berdejo

Welat: Îspanya

Dirêjahî: 78 deqe

Ziman: Îspanyolî

Sal: 2007

Puanê IMDByê: 7.7

 
SMplayer êdî rasterast bi kurdî ye v
Silav hevalno,
Wekî hûn dizanin beriya demekê min SMplayer wergerandibû kurdî. Niha werger ket guhertoya nû ya SMplayer. Êdî hûn dikarin rasterast ji malpera wê ya fermî daxin, saz bikin û ji menûya wê kurdî hilbijêrin :)
Ser xêrê be...
 
<< Destpêkirin < Paş 1 2 3 4 Pêş > Dawîn >>

JPAGE_CURRENT_OF_TOTAL