slide

Bi firefoxê bi kurdî bikeve înternetê

Firefox alternatîfa Internet Explorerê ye lê him ji wê gelek gelek çêtir e him jî bi kurdî ye! Firefoxa kurdî ji vir belaş daxe ser komputera xwe:   http://ku.www.mozilla.com/ku...

Zêdetir Bixwîne...

slide

SMPlayer: Programa temaşekirinê ya kurdî

Bi vê programa kurdî bi hêsanî li fîlman, vidyoyan û stranan guhdar bikin. SMPlayer dikare her tiştî lê bide; mp3, avi, divx, mov, wmv, mp4. mpeg û hwd. Ev bername jî him belaş e him bi kurdî ye. Ji malpera wê ya fermî programê daxin, saz bikin û ji menûyê kurdî hilbijêrin: http://smplayer.sourceforge.net/...

Zêdetir Bixwîne...

slide

BILA KOMPUTERA WE BI TEMAMÎ BIBE KURDÎ!

Dema hûn Ubuntuyê li ser komputera xwe saz dikin, komputera we bi temamî dibe kurdî. Bernameyên offisê, temaşekirina fîlman, guhdarkirina mûzîkê, têketina înternet û MSNyê tim dibin kurdî. Klavyeya we jî dibe Kurdî û bi vî awayî nivîsandina Kurdî gellek hêsan e. Ji bo nivîsandina tîpa “ê” ne hewce ye ku hûn xwe biêşînin. Bi pêlêkirina yek bişkojkê hûn dikarin tîpên kurdî yên weke “ê, û, î, x, w” binivîsin. Ev yek ji bo kurdan azadiyeke mezin e. Ubuntu alternatîfeke...

Zêdetir Bixwîne...

slide

Windowsa xwe bikin Kurdî

Beriya niha demekê çalakiyeke îmzayê hatibû destpêkirin ji bo ku Microsoft destûrê bide wergerandina windowsê ji bo kurdî. Lê mixabin microsoftê guhê xwe da dewletên serdest û dagirker û bersiv neda banga gelê kurd. Ya rastî tu kes ji me muhtacê windowsê ye, hûn dikarin komputera xwe bi Linuxê bi temamî bi kurdî bi kar bînin. Me di nivîseke din de jixwe qala Ubuntu / Linuxê kiribû. Niha mijara me ne ev e. Niha em ê qala kurdîkirina windowsê bikin. Me...

Zêdetir Bixwîne...

The.Children.of.Heaven (Zarokên Bihustê)

altFîlma The.Children.of.Heaven (Zarokên Bihuştê) li kurdî hat wergerandin.
Wergera li Kurdî ji aliyê Zekerya Malîava hat çêkirin.


Navê orjînal; Bacheha-Ye aseman
Sal: 1997
Derhêner; Majid Majidi
Nivîskar; Majid Majidi
Cure; Komedî, Drama
Dem; 89 Xulek (Deqe)
Welat; Îran
Zimanê Fîlmê; Farisî

 

 

 

Zêdetir bixwîne...
 
aMSN bû kurdî!
altMSN niha bi kurdî ye. Wergera aMSNyê qediya û ji malpera wê ya fermî re hat şandin. Wê di demên pêş de wekî fermî jî bê weşandin. Heta wê demê hûn dikarin rêbaza kurdîkirina wê ji foruma me hîn bibin û pirs û ramamnên xwe bibêjin.
(jêrenot :êdî bername jixwe bi kurdî tê, kurdîkirin ne pêwist e. Raste rast ji malpera wê daxin û bi kurdî bi kar bînin. o9.o9.2009)
Malpera wê ya fermî: http://www.amsn-project.net/
Zêdetir bixwîne...
 
Fîlma [Rec]-2007 nîha kurdî ye!

altWergera fîlma [Rec] qediya. Piştî wergerên çend fîlmên din, niha cara yekemîn fîlmeka tirsê jî li kurdî hat wergerandin.
Hûn dikarin binnivîsa fîlmê ji beşa binnivîsan daxin. wergêr: Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be



Derhêner: Jaume Balagueró û Paco Plaza

 

Nivîskar: Jaume Balagueró û Luis Berdejo

Welat: Îspanya

Dirêjahî: 78 deqe

Ziman: Îspanyolî

Sal: 2007

Puanê IMDByê: 7.7

 
SMplayer êdî rasterast bi kurdî ye v
Silav hevalno,
Wekî hûn dizanin beriya demekê min SMplayer wergerandibû kurdî. Niha werger ket guhertoya nû ya SMplayer. Êdî hûn dikarin rasterast ji malpera wê ya fermî daxin, saz bikin û ji menûya wê kurdî hilbijêrin :)
Ser xêrê be...
 
vBulletin êdî bi kurdî ye..!
altMizgînî...

Wergera vBulletin dawiya dawîn qediya!

Piştî kedek nêzikî heftiyek min di dawiyê de wergera beşên vBulletin ên pêwist wergerand li kurdî. Wekî hûn dizanin vBulletin sazkera foruman e û di dinyayê de ez bawer im herî zêde tê bikaranîn û wisa xuya ye ku di nav kurdên me de jî herî zêde tê bikaranîn. Sedema wergera wê jî jixwe ev îstatîk bû.

Zêdetir bixwîne...
 
Wergera kurdî ya vBulletin
Wergera kurdî ya vBulletin destpê kir. Wekî gava yekemîn, ez ê hewldana wergerandina navrûya wê bidim. Ya rastî ger malperên kurdan bi rikek (li gor min) bê wate vê nivîsbariya ne-azad ev qas bi kar neanîyan, min ê ew qet wernegerand. Ji ber ku armanca malpera wergerine.com ew bû ku pêşîn piştgirî bide wergerandina nivîsbariyên azad.
Piştî xelasbûna wergerê, daxwaza me ya herî mezin ew e ku malpersaz û bikarhênerên kurd keda me vala dernexin û forumên xwe yên bi vBulletin bikin kurdî.
 
Songbird bû kurdî
Silav,
Min îro jî ji we re mizgîniya bernameyeke nû ya kurdî anî: "Songbird"
Min Songbird bi temamî wergerand (lê hinek cihên wê ji bo wergerandinê ne vekirî bûn, ew man)
Werger fermî ye û di malpera wê ya fermî de tê weşandin.
Songbird çi ye?
Zêdetir bixwîne...
 
µTorrent jî êdî bi kurdî ye!
Dermafê bernameyê de;
µTorrent bernameya herî populer e ji bo daxistina torrentan. Mezinahiya wê ji nîv Mb jî kêmtir e û ji bo bikaranînê sazkirin ne pêwist e. Êdî kurdiya wê jî pêkan e.
Zêdetir bixwîne...
 
Nûçeyek sêrîn :)
Min ji bo zarokan lîstokek biçûk wergerand kurdî; SuperTux
SuperTux lîstokekê linuxê ye û bê pere tê belavkirin. Bi navê xwe jî bi naveroka xwe jî gelek dişibe "super mario"
Zêdetir bixwîne...
 
Rêberê sazkirina smf
Hevalên hêja ji bo sazkirina forumên smf min rêberek amade kir. Hûn dikarin ji beşa daxistinê daxin.
 
Wergera rêzefîlma LOST!
Stêra Bikarhêner: / 1
QelsHerî baş 
lostXêrxwazekê zimanê kurdî ( Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be ) demsala 2 beşa 1'emîn a rêzefîlma populer LOST wergerandiye kurdî. Em jê re spas dikin û berdewama wergeran hêvî dikin.
Hûn dikarin binnivîsê ji beşa binnivîsan daxin.
 
Wergera SMPlayer
Silav,
min bernameya lêdera fîlman SMPlayer wergerand kurdî û ji berpirsyarê ziman a smplayerê re şand.Heta ku bi awayekî fermî hat weşandin hûn dikarin bixwe bikin kurdî...
Zêdetir bixwîne...
 
Wergera smf bû fermî :)

Aniha êdî pakêtên zimanê kurdî bi awayekî fermî di malpera Smf'ê de bi ala kurdistanê tê weşandin. Hûn dikarin li vir bibînin;
http://www.simplemachines.org/download/?languages

ser xêrê be!

 
Smf 1-1-5 (simple machine forum) hate wergerandin..!
Silav ji herkesî re,
Min îro nûçeyek nû û xweş anî ji bo bikarhênerên kurd ên komputerê; Min hewl da û bernameya forumsazkirinê Smf 1-1-5 (simple machines forum) wergerand kurdî :)
Zêdetir bixwîne...
 
Gavek Nû; Joomla! 1.5 li Kurdî hat wergerandin

Ji malpera wergerine.com gavek nû; me bernameya xwe ya yekemîn jî wergerand.Me Joomla! 1,5, yanî guhertoya dawîn li Kurdî wergerand. Wekî hûn jî dizanin Joomla! pergala rêvebiriya naverokê ye(CSS) Bi gotineke din Joomla! bernameya avakirina malperên İnternetê ye. Wekî mînak malpera me wergerine.com jî bi Joomla!yê hatiye sazkirin.

Zêdetir bixwîne...
 
<< Destpêkirin < Paş 1 2 3 4 Pêş > Dawîn >>

JPAGE_CURRENT_OF_TOTAL