| BILA KOMPUTERA WE BI TEMAMÎ BIBE KURDÎ! |
|
|
|
|
Dema hûn Ubuntuyê li ser komputera xwe saz dikin, komputera we bi temamî dibe kurdî. Bernameyên offisê, temaşekirina fîlman, guhdarkirina mûzîkê, têketina înternet û MSNyê tim dibin kurdî. Klavyeya we jî dibe Kurdî û bi vî awayî nivîsandina Kurdî gellek hêsan e. Ji bo nivîsandina tîpa “ê” ne hewce ye ku hûn xwe biêşînin. Bi pêlêkirina yek bişkojkê hûn dikarin tîpên kurdî yên weke “ê, û, î, x, w” binivîsin. Ev yek ji bo kurdan azadiyeke mezin e. Ubuntu alternatîfeke Windowsê ye ku ji windowsê gelek çêtir e.
Çima ne Windows? Ubuntu/Linux "Pergaleke Xebatê" ye (Bi tirkî; Îşletim Sîstemî, bi îngîlîzî; Operating System) Yanî pergaleke xebatê tê wateya programa ku di komputera we de bingehîn e û hemû programên din li ser wê tên sazkirin. Yanî rasterast em dikarin bibêjin ku pergala xebatê navrûya di navbera we û komputerê de ye. Mînak windows jî pergaleke xebatê ye û dinyayê de di komputeran de ji 90% zêdetir Windows tê bikaranîn. Heye ku hûn bibêjin "Nexwe em çima Ubuntu / Linixê bi kar bînin?" Bersiva vê pirsê di avantajên linux û dezavantajê Windowsê de veşartî ye. Em pêşîn qala dezavantajê Windowsê bikin;
- Bi peretî ye; Dema hûn laptopek an jî komputereke amade bikirin, di nav bûhayê komputerê de hûn hinek pere didin Windowsê jî. Qene hûn pê jî nahesin lê Windows ji nişka ve pereyê we ji berika we didize.
-Windows ne ewle ye; Ji ber ku Microsoft bi alîkariya Windowsê dikare hemû agahiyên we bi hêsanî bi dest bixe ji neyarên we re bifiroşe. Jixwe windows bixwe jî vê yekê înkar nake. Ji ber ku kodên windowsê girtî ne, tu kes nizane ka Windows di komputera we de ji xef ve çi karî dike. Ji bo geleke weke Kurdan ev yek heye ku carina gelek girîng be.
-Windows ne saxlem e; Weke hûn jî dizanin di Windowsê de vîrûs pir in û loma komputera we her sal pir caran ji ber vîrûsan xera dibe û bi vî awayî gelek tiştên we wenda dibin. Windows li hemberî vîrûsan bê hêz e û em dikarin bibêjin ku teslîmî vîrûsan bûye. Ji ber vê yekê dema hûn bi Windowsê di înternetê te danûstandinê bikin heye ku vîrûsek agahiyên we yê qarta we ya bankayê ji we bidize.
-Windows piştgirî nade zimanê kurdî û zimanên gelên din ên bindest Kurdan beriya niha xwestin ku Windowsê wergerînin Kurdî, lê ji ber ku Kurt ne gelek bi hêz in û ji ber ku Dewleta Tirkiyeyê nexwest, Windowsê jî destûr neda. Kurdan neçar hiştin ku komputera xwe bi zimanê dagirkeran bi kar bînin.
-Windows piştî sazkirinê her ku diçe leza wê kêm dibe û herî zêde piştî salekê komputera we êdî bi kutekî vedibe.
Ji bilî van jî kêmasiyên windowsê hene. Lê ez dixwazim hinekê jî qala avantajên Ubuntu/Linuxê bikim.
Çima Ubuntu an jî Linux?
-Bê pere ye; Linux li her aliyê dinyayê ji aliyê deh hezaran kesan ve tê pêşxistin. Ev qas mirov vê yekê tenê ji bo xêra mirovahiyê dikin. Erê we şaş fêhm nekir. Tenê ji bo xêrxwaziyê. Heye ku hûn nekarin zûzû bawer bikin lê dema hûn ketin dinyaya linuxê hûn ê bibînin ku ev yek bi temamî rast e. Heta ger hûn sîparîşek bidin Ubuntuyê, wê di nava çend heftiyan we çend CD xwestibe wê heta ber deriyê we ew qas CDyan bişîne û wê yek kurîş pere jî nexwaze.
-Linux ewle ye; Ji ber ku linux ji aliyê bi deh hezaran kesan ve tê pêşxistin û ji ber ku her derê wê vekirî ye yanî ji ber ku Kodên Çavkaniya wê vekirî ye, her kes dikare kontrol bike ka tê de tu neyartî an jî sextekarî heye an na. Loma tu caran tu kes nikare agahiyên we ji we bidize û bide dijminên we.
-Linux saxlem e; Di linuxê de vîrûs tune..! Erê we şaş fêhm nekir, di Linuxê de vîrûs tune û qet ne pêwist e ku hûn antî-vîrûs sazbikin. Ji ber ku linux ji aliyê herkesî ve tê pêşxistin, zûzû bi pêş dikeve û tu vîrûs heta niha nekariye pergala linuxê xera bike. Loma hûn dikarin bi dilrihetî li ser înternetê danûstandinê bikin û hûn sed salan jî bimînin komputera we tu caran ji ber vîrûsan xera nabe.
-Linux piştgirî dide hemû zimanan. Kî bixwaze dikare wergerîne zimanê xwe. Mînak niha kurdiya linuxê jî heye. Linux ji aliyê koma pckurd ve(www.pckurd.net) hat wergerandin û hê jî tê wergerandin. Hûn jî dikarin alîkariyê bidin.
-Bernameyên linuxê ne bi rik in û dema hûn wan radikin bermahiyên wan komputera we nawestînin. Loma hûn çiqas demek dirêj komputera xwe bi kar bînin jî, komputera we giran nabe û leza wê nakeve.
-Linux ji aliyê xuyaniyê û ji aliyê efektan ve jî ji XPyê jî, ji Vistayê jî ji Windows 7'ê jî gelek û gelek pêşketîtir e.
Ji bilî van jî gelek avantajên linuxê hene lê yên sereke ev in.
Nêrînên min;
Heta beriya demeke kurt, haya min jî ji Ubuntuya Kurdî tunebû. Lê piştî ku min nas kir û li ser komputerê saz kir, aniha ez qet nikarim dev jê berdim. Niha li ser komputera min tenê Ubuntu heye û ez dikarim hemû karên xwe bi Ubuntuyê pêk bînim. Mînak, ez bi saya bernameya XAMPP vê malperê li ser komputera xwe ava dikim, bi bernameya GIMP û Kompozer dîzayna malperê xweşik dikim, bi Filezillayê li înternetê bar dikim, bi Firefoxê lê digerim, bi Smplayer, Vlc player, Kaffeinê fîlm temaşe dikim, bi Amarok, Rhythmbox, Exaile û Audacious guhdarî mûzîkê dikim, bi Winff û Hyperconverter formata hemû deng û vîdyoyan diguherînim, bi Kdenlive, Avidemux û Cinelerra'yê vidyoyan çêdikim, bi OpenOffice nivîsan dinivîsim, bi Scribusê mîzanpaja kovarekê çêdikim, bi Brasero, K3b, GnomeBakerê CD û DVDyan dinivîsim, bi aMSN, Emesene, Pidgin, Mercury û Kopeteyê dikevim MSNyê û bi Skypê'yê dikevim Skypê, bi Google Earthê li dinyayê temaşe dikim, bi Deluge, Transmission û Ktorrentê torrentan dadixim. Ez dikarim bi du-sê tikandinan komputera xwe komple yêdek bistînim, ez dikarim komputera xwe komple bi hemû bernameyên saz kirî li USBya xwe bar bikim û bi xwe re bigerînim û dikarim bêyî ku saz bikim li ser komputereke hevalekî xwe bi kar bînim û hwd.
Ez van karên xwe bi serkeftî û bi bernameyên bê pere çêdikim û him jî bi kurdî..! Ji ber van sedeman pêşeroja dinyayê jî pêşeroja kurdan jî di Ubuntu/Linuxê de ye. Gelên cîhanê êdî derbasî Ubuntu/Linuxê dibin. Kore derbasbû, Îran derbas dibe, Tirkiye ji xwe re Linuxek çêkir (Pardus), teşkîlata jendermeyê ya Îtalyayê derbasî Linuxê bû. Hûn jî bilezînin û Ubuntuyê nas bikin.
Hûn dikarin ubuntuyê ji malpera wê ya fermî daxin komputera xwe an jî ger hûn navnîşana xwe bidin wan, wê ji we re CDyeke orjînal bê pere bişînin heta ber deriyê te. Ji bo sazkirin û bikaranîna wê hûn dikarin ji malpera me pckurdê (www.pckurd.net) alîkariyê bixwazin.
Ji bo dîtina Ubuntu / Linuxê çend Video; http://www.youtube.com/watch?v=SLZClVrz6FA&NR=1 http://www.youtube.com/watch?v=pTRsLW0eet0 http://www.youtube.com/watch?v=xC5uEe5OzNQ http://www.youtube.com/watch?v=lawkc3jH3ws
Ji bo ubuntuya kurdî malperên me;
Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be 03.04.2009 |






