| WordPress êdî bi kurdî ye jî! |
|
WordPress yek ji Pergalên Rêveberiya Naverokê (CMS) yên herî populer e. Yanî yek ji bernameyên herî populer a malpersaziyê ye. Bi WordPressê hûn dikarin bi hêsanî malperan an jî blogan saz bikin. WordPress serkeftî û populer e ji ber ku him bi Çavkaniya Azad e û him jî bêpere ye. WordPress bi hêz e, ji ber ku bi milyonan bikarhênerên WordPressê bi dirb û pêvekên xwe alîkariyê didin projeyê. Hûn dikarin pela zimên ji bo kurdî ji beşa meya daxistinê daxin. Wergera WordPressê bi qasê %73 hat çêkirin. Beşên ku nehatine wergerandin, ne beşên girîng in. Ji bo ku em bikarin bernameyên dîtir zûtir wergerînin, me van beşên ku girîngiya wan kêm in, weke wernegerandî hiştin. Ev demek e ku ez wergera WordPressê bi kar tînim û dema çewtiyan bibînim sererast dikim, ji kerema xwe re hûn jî çewtiyên ku bala we kişandiye bi me bidin zanîn. Heta heftiyekê ez ê wergerê neşînim malpera wê ya fermî, piştî ku heftiya ceribandinê qediya ez ê bişînim malpera fermî û wê êdî weke fermî bi kurdî were weşandin.. Malpera fermî ya WordPressê: Malpera Fermî Ji bo WordPressê hinek dirb: Dirbên WordPressê Ji bo WordPressê hinek pêvek: Pêvekên WordPressê |
Stranên Dawîn
Nûçeyên populer
- aMSN bû kurdî!
- Smf 1-1-5 (simple machine forum) hate wergerandin..!
- SMplayer êdî rasterast bi kurdî ye v
- 5 Stranên Nû
- The.Children.of.Heaven (Zarokên Bihustê)
- Format Factory hat wergerandin!
- vBulletin êdî bi kurdî ye..!
- Fîlma [Rec]-2007 nîha kurdî ye!
- Fîlma Leon-The professional
- WordPress êdî bi kurdî ye jî!


