Projeya Amadekirina Ferhengeke Îngîlîzî-Kurdî Pdf Çap bike E-peyam

 

Weke malpera wergerine.comê me dest bi amadekirina ferhenga Îngîlîzî-Kurdî kir. Heta niha li malpera me gelek werger hatin kirin û piraniya van wergeran ji Îngîlîzî hatin kirin. Ji ber vê yekê ji bo malpereke weke ya me, girîngiya ferhengekê ji her tiştî zêdetir e. Sedema vê fikrê jî jixwe ev e.

 

Xebata amadekirina ferhengê niha li rûpela http://www.wergerine.com/ferheng tê meşandin. Ferheng niha jî dikare were bikaranîn. Lê ji ber ku hê xebat di pêvajoya destpêkê de ye, hejmara peyvan kêm e. Bi formata xwe ya heyî hûn dikarin di ferhengê de lêgerîna dualî jî bikin. Bi vî awayî ferheng wê weke ferhenga Kurdî-Îngîlîzî jî bixebite.
Niha di destê min de lîsteyeke peyvan heye. Ferheng li gor vê lîsteyê tê amadekirin. Lîste nêzîkî 35.000 hezar peyv dihewîne. Yanî armanca projeyê amadekirina ferhengeke bi 35.00 peyv e. Dema hejmara peyvan hinek zêde bû, ez ê ferhengê her wiha bi formata ku bikare li ser komputerê bê sazkirin, amade bikim. Bi vî awayî kesê ku dixwaze wê bikare ferhengê li ser komputera xwe saz bike.

Ji bo proje têk neçe û zûtir biqede, em  li benda alîkariya we ne. Di lîsteya di destê min de, tirkiya hemû peyvan jî heye, loma ger îngîlîziya we ne baş be jî hûn dikarin alîkarî bikin.

ALÎKARÎ:
Hûn dikarin bi du awayî alîkarî bikin:
1-) Min lîsteya peyvan li gor tîpên alfabeyê dabeş kiriye. Mesela di pela bi navê "A.txt"ê de tenê peyvên ku bi a'yê destpê dikin hene. Kesê ku dixwaze dikare yek ji van pelan ji min bixwaze. Ez ê ji we re bişînim û piştî ku we wergerand hûn ê li min vegerînin û ez ê li ferhengê zêde bikim.
2-) Hûn bixwazin hûn dikarin bi min re bikevin têkiliyê û bibin nivîskarê ferhengê û rasterast peyvan li ferhengê zêde bikin. Ji bo ku hûn bikarin bi vî awayî rasterast li ferhengê peyv zêde bikin, divê girêdana we ya înternetê hebe.

Têkilî: Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be
www.wergerine.com