aMSN bû kurdî!
altMSN niha bi kurdî ye. Wergera aMSNyê qediya û ji malpera wê ya fermî re hat şandin. Wê di demên pêş de wekî fermî jî bê weşandin. Heta wê demê hûn dikarin rêbaza kurdîkirina wê ji foruma me hîn bibin û pirs û ramamnên xwe bibêjin.
(jêrenot :êdî bername jixwe bi kurdî tê, kurdîkirin ne pêwist e. Raste rast ji malpera wê daxin û bi kurdî bi kar bînin. o9.o9.2009)
Malpera wê ya fermî: http://www.amsn-project.net/

Bername;
aMSN (Alvaro's Messenger)

Agahî;
aMSN alternatîfa Windows MSN Messengerê yê ye ku hûn bi wê dikarin têkevin hesabê xwe yê MSN Messenger. aMSN bernameyek Çavkaniya Azad e (Open Source) Bê pere tê belavkirin û jibergirtin û guhertin û jinûve belavkirina wê serbest e. Pêşîn ji bo Linuxê hatiye çêkirin lê niha di Linux, Windows, Mac OS û FreeBSDyê de dikare bê sazkirin û bikaranîn.

Taybetiyên Bernameyê;


-Peyamşandina di rewşa negirêdayî de
-Klibên Deng
-Nîşandana Wêneya Kesane
-Hestên Kesane
-Piştgiriya Pirzimaniyê (Ji 40 zimanan zêdetir)
-Piştgiriya Webcamê
-Bi Hev Re vekirina Ji Yekê Zêdetir Hesab
-Veguhetina Pelan bi Awayekî Lez
-Piştgiriya Koman
-Hestên Normal, yên bi Anîmasyon û yên bi Deng
-Qeydkirina Axaftinan
-Qeyda Demê
-Alarmên Bûyeran
-Piştgitiya Konferansê
-Paceyên bi Hilpekîn
-Dirbên Rengîn
-Piştgiriya Servîsa MSN Mobile
-Têketina Jixweber û hwd.
-Dema di chatê de kesê li hemberê we pacayê bigire hûn tên agahdarkirin
-Nîşan dide ku kê we ji lîsteya xwe avêiye
-Nîşan dide ku kê we asteng kiriye
-Ji bo her endamî lêzêdekirina notan
-Îstatîkên Paşerojê


WÊNEYÊN BERNAMEYÊ;

Paceya Têketinê û Paceya Sereke;
altalt


Paceya Axaftinê (Chat);
alt

Paceya Sereke ya Vebijêrkên Bernameyê;

alt
Rojanekirina Dawîn di Yekşem, 14 Adar 2010 23:23 de