| Bedshaped |
|
|
|
| În, 23 Cotmeh 2009 19:39 |
|
Stran: Bedshaped* Stranbêj: Keane
ORJÎNAL: WERGERA I KURDÎ: Gelek caran bi te reviyam ber jêr Di riyên bi baran ên bajaroka me ya kevin Gelek bîranînên me ku me her roj jiya Û şewitin hemû bi hev re Bi min nekene Li dûr nenêre Tu wê bidî pey min Bi tava di çavên te de Û bi tena serê xwe Bedshaped* û bi lingên kevir Tu wê li deriyê min bixî û em ê herin jor Di ronahiya spî de Ez wisa nafikirim Lê ez çi dizanim? Ez çi dizanim? Ez dizanim Dizanim tu difikirî ku ez te îdare dikim Û ez niha ketime li kêleka riyan Û ez jî weke te heman tiştan fêhm nakim Lê ez dizanim Bi min nekene Li dûr nenêre Tu wê bidî pey min Bi tava di çavên te de Û bi tena serê xwe Bedshaped û bi lingên kevir Tu wê li deriyê min bixî û em ê herin Di ronahiya spî de Ez wisa nafikirim Lê ez çi dizanim? Ez çi dizanim? Ez dizanim Ax û em herin jor Di ronahiya spî de Ez wisa nafikirim Lê ez çi dizanim? Ez çi dizanim? Ez dizanim Jêrenot: Peyva "Bedshaped" peyveke çêkirî ye. Ango di îngîlîzî de peyveke wisa tune ye. Wateya "Bed", cî, (nivîn, cihê razanê) ye; wateya "shaped" teşe-girtî, şikil-girtî ye. Yanî mirov dikare bifikire ku wateya "Bedshaped"ê "şiklê-cih-girtî" ye. Di rastiyê de ev mantiq hinek rast be jî bi temamî ne wisa ye. Di vegotineke xwe de stranbêj gotiye ku wateya vê peyvê "Ew hest e ku dema hûn ji aliyê hezkiriyeke xwe ve hatine terkirin û hûn hêvî dikin ku rojekê hûn ê dîsa bigihin hev û bibin yek û heta mirinê bi hev re bijîn" ji aliyê din ve stranbêj di heman hevpeyvîna xwe de dibêje "Dema mirov nexweş be û neçar be ku di nexweşxaneyekê de demeke dirêj razê, ew kes piçek dibe bedshaped" Bi ya min tişta ku dixwaze bibêje ew e ku; dema mirov veqetinekê bijî, jiyana wî/wê li wir disekine. Û hêviyek lê çêdibe ku wê rojekê ev hesret biqede û wê dîsa bi wî/wê kesî re bibin yek û wê bi hev re bijîn. Bi hêviyê mirovê ku hatiye hiştin, di ciyê xwe de dimîne, najî û dawiya dawîn teşeya (şiklê) cihê xwe distîne û lingên wî/wê jî dibe kevir. Wergêr: Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be |
| Rojanekirina Dawîn di Sêşem, 27 Cotmeh 2009 01:09 de |





