| JDownloader êdî bi kurdî ye..! |
|
Derbarê bernameyê de: JDownloader bernameyek belaş bi çavkaniya azad e. Dikare li ser windows, linux û OSXê were sazkirin û bikaranîn. JDownloader an jî bi kurtahî JD bernameya daxistinê ye. Bi JDyê hûn diakarin gelek lînkên rapidshare'ê bi hev re daxin. Ger hesabê we yê rapidshare'ê a premîum hebe jixwe hemû lînkan li dû an jî bi hev re dadixe. Lê tişta ku JD dike bêalternatîf ew e ku ger hesabê we ya biperetî tune be jî JD lînkên daxistinê dîsa dike lîste û yek bi yek dadixe, dema daxistina yekemîn qediya ew bixwe modema we reset dike û ya duyemîn dadixe. Her wiha bi entegrasyona bi Firefox û Internet Explorerê lêzêdekirina girêdanên daxistinan jî gelekî hêsan dike. Ya rastî ez bixwe bi kar naynim lê bername gelekî popûler û me xwes gelê me jî bêpar nemîne. Heta ku wergera kurdî weke fermî di guhertoya pêş weke NIGHTLY bi kar bînin. Ji bo vê yekê JDyê normal saz bikin û di windows an jî linuxê de rêzika fermanan vekin, herin cihê ku JD lê sazbûye û vê fermanê bidin java -jar -Xmx512m JDownloader.jar -branch NIGHTLYAn jî bimînin li bendê, dema versiyon nû derket wê kurdî jî hebe. Ger pirsên we hebin ji kerema xwe re fedî nekin û li foruma me an jî li foruma pckurd.netê bipirsin. Ser xêrê be... Ev navnîşana e-peyamam ji peyamên beredayî tê parastin, ji bo nîşandanê JavaScript divê çalak be Ji bo mezinkirinê li wêneyê bitike |
| Rojanekirina Dawîn di Yekşem, 07 Sibat 2010 01:20 de |
Stranên Dawîn
Nûçeyên populer
- aMSN bû kurdî!
- Smf 1-1-5 (simple machine forum) hate wergerandin..!
- SMplayer êdî rasterast bi kurdî ye v
- 5 Stranên Nû
- The.Children.of.Heaven (Zarokên Bihustê)
- Format Factory hat wergerandin!
- vBulletin êdî bi kurdî ye..!
- Fîlma [Rec]-2007 nîha kurdî ye!
- Fîlma Leon-The professional
- WordPress êdî bi kurdî ye jî!



Silav hevalên hêja min bernameya JDownloader jî wergerandi kurdî. Min bernameyê li kurdî wergerand û ji malpera wê ya fermî re şand. Bi qasê me bi pêşdebirên bernameyê re xeber da, wê wergera kurdî di guhertoya pêş de were weşandin.