|
reveber nivîsand
|
|
Duşem, 20 Îlon 2010 23:29 |
|
Cahaltî
Sal hatin, buhurîn Hatin mîna gava Ser emrê me hêwirîn Wede li me ne kir lava Cahaltî li me barkir Derî dada revî Ahiltî li me karkir Nikarî bir birevî Xwezil ez dîsa zar bûma Ber dile dayka xwe bûma Berbangê dîsa hişar bûma Merg, çîmana da ba bûma Xwezil deqekî cahil bûma Çiya u baniyada xwer bûma Mihîna belek siyar bûma Paşê disa kal bûma II Ez îdî nikarim Mîna salê berê Bikavme govendê Nav şayê cumuetê Hey lê min, hey dilo Dilo kale-mêro Tu bîr nakî Çîlê Birîna dile kalê Xwezil ez dîsa zar bûma Ber dile dayka xwe bûma Berbangê dîsa hişar bûma Merg, çîmana da ba bûma Xwezil deqekî cahil bûma Çiya u baniyada xwer bûma Mihîna belek siyar bûma Paşê disa kal bûma
Gotin: Letîvê Huseyn û Ezîzê Îsko mûzîk: Kerem T. Gerdenzerî
|