| Werger çî qas rast e? |
|
|
|
| reveber nivîsand |
| În, 26 Kanûn 2008 11:12 |
|
Ji aliyê etîk ve karê wergerandinê Ji aliyê etîk ve karê wergerandinê Em dikarin bi kurtasî bêjin ku werger di nava ziman çand û teknolojiyan de pir e. Pirek bi hêz e. Lê tabî ligel vê yekê pirsek wekî lîsans û mafên telîfê heye. Hinek kes dipirsin ka gelo wergerandina wisa bêdestûr tiştek rast e an na. Ez dixwazim bersiv bidim van rexneyan. Me heta niha li vir van tiştan wergerand: -gotinên stranan -binnivîsên fîlman -bernameyên komputergeriyê -karîkatur. Niha em yek bi yek qala van bikin; Gotinên Stranan; Jixwe bo wergerandina van tu kes nikare tiştek bibêje lewra em stranan wekî mp3 belav nakin û ev werger ne tiştek qedexe ye. Ligel neqedexebûnê ez bawer im ger haya hunermendan jê bibe wê ew ê jî kêfxweş bibin. Bernameyên Komputergeriyê; Bernameyên ku heta niha me wergerandine, nivîsbarên azad in yanî open source in, yanî bi kurdî û kurtî belavkirin û wergerandina wan jixwe azad e. Binnivîsên Filman ev yek dikare piçek bibe sedema niqaş ê. Beriya hertiştî divê em bêjin ku ev yek di hemû zimanan de heye. Wekî din mîna meselya gotinên stranan, em fîlman belav nakin, em tenê gotinan werdigerînin, mirov fîlman ji ku derê peyda dikin ev ne problema me ye. Karîkatur; Di vir de belkî jî herî zêde ev dikare bibe mijara niqaşê. Belê wergerandina karîkaturan rasterast belavkirina wan jî bi xwe re tîne. Lewra em nikarin wekî meseleya binnivîs û stranan xwe biparêzin lê belkî em bikarin vê bêjin; jixwe piraniya van karîkaturan kevin in û bi awayekî fermî niha li tu deran nayên weşandin. Demên bihurî de di kovarên qerfî de derketine. Niha tenê li malperên cur be cur peyda dibin. Em jî yek ji wan malperan in. Wekî din ev jî heye, di nav wergerên me de heta niha tenê wergerandinên karîkaturan rasterast ji tirkî çêbûye, yên din piranî ji îngîlîzî hatine wergerandin û ez bixwe lîsansên dewleta tirk derbasdar nabînim û (ger bi feyde bin) ez wisa bawer im ku wergerandina ji tirkî jî, dizeha ji tirkî jî mafeke ya kurda ye. Ji ber ku tirkî ji kurdî têra xwe dizeh kiriye. |
| Rojanekirina Dawîn di În, 26 Kanûn 2008 11:17 de |





